General Heftar ferman da ku li keştiyên Tirk bixin

General Heftar ku rojhilatê Libyayê bi kontrola wî ye û hewl dide ku Trablûsê bistîne, dewleta Tirk bi 'dijminî' ragihand û ferman da ku li keştî û tesîsên Tirk bixe.

Li Libyayê ku şerê navxwe lê didome General Hefttar ku rojhilatê welêt bi kontrola wî ye got, dewleta Tirk dijmin e.

Heftar bi rêya berdevkê xwe Ehmed El Mesmarî daxuyanî da, ragihand, qada hewayî ya Libyayê ji balafirên Tirk re hatiye girtin.

Heftar ragihand fermand daye yekîneyên bin kontrola wî ku li keştî û tesîsên Tirk ên li herêmê bixin.

Mesmarî helwest nîşan da ku Serokkomarê Tirk Recep Tayîb xwe tevlî nav karê navxwe yê Libyayê dike.

Generalê Libyayî diyar kir wê balafirên Tirk ku bixwazin dakevin Trablûsê û ketiyên nêzî perevan bibin mîna 'dijmin' werin dîtin û hişyarî da ku hemû welatiyên Tirk ên li Libyayê wê werin girtin.

General her wiha got wê hebûna leşkerî ya li Tirkiyê jî bibe hedef.