Gelo wê Banka Navendî ya Emerîka fonê bide Tirkiyê?

Hikumeta Tirk dixwaze ji Banka Navendî ya Emerika (FED) fonê werbigre. Rayedarek di rêjeyek bilind a Emerîka yê de da diyarkirin ku şensê Tirkiye yê bi destxistina fînansa dolar pir kêm e.

Li gorî rojnameya Fînancial Tîmes, rayedarek Emerîkî yê di rêjeya bilind de, da diyarkirin ku şensê Tirkiyê pir kême ku ji Banka Navendiya Emerikayê finansa dolar bi dest bêxe. Rayedar, bal kişand ku wê Washîngton destekê nede Enqere ya ku dixwaze bi pênbanên ji bo razîkirinê diavêje.

Li gorî nûçeyê, Tirkiye ya ku taybet hewceyî fînansmanên biyanî bûyî, bi henceta aboriya xwe ya 750 milyar dolarî xurt bike, ji bo hewcehiya xwe ya fonan bi dest bêxe, li gel bankeyên navendî yên koma G20’ê ketiye nava hevdîtinan.

Hefteyên dawî di FED’ê, li gel 14 bankayên navendî li seranserê cîhanê têkilî danîn, ji bo ku dolaran bide bazarê, ji bo di vê dema pandemiyê de zextên aborî yên li cihanê kêm bibe. Lê belê Tirkiye ji derveyî vê çarçoveyê hate girtin.