Gelo Tirkiye ji ber Efrînê êrîşî Yewnanistanê dike?

Wezîrê Parastinê yê Yewnanistanê diyar kir, ji ber êrîşên li ser Efrînê di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de alozî çêbûye.

Wezîrê Parastinê Panos Kammenos ji rojnameya Liberation a Fransayê re axivî u got, “Tirkiye li ser Yewnanistanê zexteke mezin çêdike.” Kammenos diyar kir ku di nava salekê de Tirkiyeyê binpêkirina sînorên Yewnanistanê yê behrê ji sedî 45 û binpêkirina qada hewayî ya jî ji sedî 48 zêde kiriye.

DIBE KU REWŞEKE NEYÎNÎ PÊK WERE

Kammenos got ku, “Dibe ku rewşeke neyînî pêk were. Dema qada hewayî were binpêkirin em balefirên xwe didin kêleka balefirên Tirkiyeyê yên ku qada me binpê kirine. Ji ber vê jî dibe qezayek çêbibe. Ne bi tenê ji bo Yewnanistanê divê em ji bo Ewrûpayê jî axa xwe biparêzin.”

Li gorî wezîrê Yewnanistanê sedema vê aloziyê rewşa li Sûriyeyê ye. Kammenos got ku, “Ji ber rewşa li Sûriyeyê û şerê li dijî Kurdan ev tişt çêdibe. Tirkiye li Efrînê gelek pirsgirêkan dijî û dixwaze kela xwe di serê Yewnanistanê de derxe.”

Du hefte berê keştiyeke dewriyeyê ya Tirkiyeyê li keştiya şer a Yewnanistanê xistibû. Li gorî wezîrên Yewnanistanê Tirkiye dixwaze sînorên Ewrûpayê binpê bike û zextê li Ewrûpayê bike.

KIBRIS Û YEWNANISTAN NE WELATÊN ROJHILATA NAVÎN IN

Kammenos got ku, “Ji ber vî tiştî em piştî her bûyerê hevkareyên yên Ewrûpî û NATO’yê agahdar dikin.”

Wezîrê Parastinê diyar kir ku Tirkiye xebatên derxistina gazê ya li nêzî Kıbrısê bloke dike û got, “Tirkiye dixwaze wekî li Sûriye û Iraqê, li Kıbrıs û Behra Egeyê jî wisa tevbigere. Lê Kıbrıs û Yewnanistan ne welatên Rojhilata Navîn e.”