Rûsyayê di 24'ê Sibatê de li dijî Ûkraynayê dest bi şer kir. Gelek bajar ket, bombardûman û şer jî bênavber dewam dike.
DORPÊÇA LI SER KÎEVÊ DEWAM DIKE
Dorpêça Rûsyayê ya li ser paytexta Ûkrayna Kîevê dewam dike. Serokatiya Fermandariya Giştî ya Ûkraynayê diyar kir ku êrişên hêzên Rûs ên li ser bajarên Îzîûm, Petrosvke, Hrûçûvakha, Sûmî û Ohtryrkayê dewam dikin. Her wiha ragihand ku dor li Kîevê teng bûye. Li gorî daxuyaniyê li herêmên Donetsk û Zaporojîeyê jî şer dewam dike.
Yekîneyên Rûs beriya pênc rojan bi 50 kîlometreyî li bakur rojhilatê Kîevê bûn. Tankên Rûs niha bi 15 kîlometreyan nêzî navenda paytextê ne.
DI NAVA ROJEKÊ DE 35 HEZAR SIVÎL HATIN VEGUHASTIN
Ji gelek bajarên ku dorpêçkirî ne roja Çarşemê herî kêm 35 hezar kes hatin veguhastin. Li bajarên Sûmî, Enerhodar û li qadên nêzî Kîevê bi rêya sê korîdorên mirovî mirov têne veguhastin.
GELO LI ÛKRAYNAYÊ LABORAWÛTARÊN ÇEKÊN BIYOLOJÎK HENE?
Rojên dawî li gelek medya alternatîf û tevnên dîjîtal agahî hatin parvekirin û hate îdîakirin ku li ser xaka Ûkraynayê gelek laborawûtarên ku çekên biyolojîk lê têne çêkirin, hene. Tê gotin ev laboratûwar ji aliyê Pentagonê ve tên fînansekirin. Çapemeniya fermî Kremlînê sûcdar dike û îdîa dike ku ev îdîa ji bo rewakirian şerê li dijî Ûkraynayê bi rengê 'nûçeyên derewîn' têne belavkirin. Yên ku van nûçeyan diweşînin jî weke "komploger" têne pênasekirin.
Bi taybetî ji be nerazîbûna ji Çînê, Şêwirmenda Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Vîctorîa Nûland roja Sêşemê bi tweetekê ragihand ku Washîngton ji bo navendên lêkolîna biyolojîk nekevin destê Rûsan bi Ûkraynayê re dixebite. Ev daxuyanî weke piştrastkirina 'teoriyên komplo' yên li ser hebûna laboratûwarên navborî hate şîrovekirin.
Nûland diyar kir ku ji bo madeyên hesas nekevin destê Rûsyayê ew bi rayedarên Ûkraynayî re axivîne û piştre jî Rûsya sûcdar kir, "Teknîkeke klasîk a Rûs e ku tiştên dixwaze bike dixe stuyê hinekî din."
Yek ji malperên ku agahiyên bi vî rengî belav kir "Le Courrier des Strateges" e û îdîa kir ku li Ûkraynayê 11 biyo-laboratûwarên bi DYE'yê ve girêdayî hene ku bi 'patojenên gelekî xetere dixebitin'.
Li gorî ajansa nûçeyan a Xinhuayê, Wezareta Karên Derve ya Çînê ji DYE'yê xwest ku li ser "Laboratûwarên biyolojîk ên li Ûkraynayê hemû agahiyan eşkere bike." Berdevkê Wezareta Karên Derve Zhao Lîjîan got, "Karên biyo-leşkerî yên DYE'yê yên li Ûkraynayê tenê aliyê tê dîtin ê çiyayê qeşayê ye. Wezareta Parastinê ya DYE'yê di bin navên cuda de li 30 welatan 336 laboratûwarên biyolojîk kontrol dike."
DYE'yê jî roja Çarşemê daxuyaniyek da û Moskowa û Pekîn bi weşandina "nûçeyên derewîn" sûcdar kir. DYE'yê diyar kir ku agahiyên têne belavkirin 'derewên bi zanebûn e' û ya divê jê bitirsin, çekên bi vî rengî yên di destê Rûsyayê de ne.
NEXWEŞXANE HATE BOMBEKIRIN
Roja Çarşemê li bendergeha Marîûpolê ya stratejîk a Ûkraynayê bombe li nexweşxaneyeke pedîatrîk hate barandin. Serokkomar Volodîmîr Zelenskiy ev bombardûman weke 'sûcê şer' pênase kir û nerazîbûn nîşan da. Şaredarê Marîûpolê jî diyar kir ku yek jê zarokeke keç 3 kesan di bombardûmana nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dane. Rûsyayê jî bombekirina nexweşxaneyê weke 'nûçeya derew' pênase kir. Hêzên Rûs diyar kirin ku cihê hatiye bombekirin ji aliyê yekîneyên Ûkraynayî ve dihate bikaranîn.
LI MARÎÛPOLÊ 1207 KES MIRIN
Li gorî Şaredarê Marîûpolê li vî bajarê li başûrê welêt ku neh roj in dorpêçkirî ye 1207 sivîl hatine kuştin.
LEŞKERÊN ÎNGILIZ LI ÛKRAYNAYÊ ŞER DIKIN
Her wiha agahî hatin parvekirin ku gelek leşkerên Îngiliz li Ûkraynayê şer dikin. Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê James Heappey got, "hejmareke gelekî kêm" a leşkerên Îngiliz bi însiyatîfa xwe çûne Ûkraynayê û diyar kir ku piraniya wan dibe ku "bi pirsgirêkên mezin re" rû bi rû bimînin. Heappey hişyarî da ku ev rewş dikare bibe sedem ku Rûsya bi "neheqî" Îngilistanê sûcdar bike ku bûye aliyekî şer.
DYE ALÎKARIYA ÇEKAN A JI BO ÛKRAYNAYÊ ZÊDE DIKE
Demokrat û Komargerên Emerîkî ku ji bo budçeya federal bigihîne 1.5 trîlyon dolarî wê roja Çarşemê deng bidin, 13.6 milyar dolar alîkariya mirovî û însanî ya ji bo Ûkraynayê lê zêde kirin.
DYE'YÊ PÊŞNIYARA BALAFIRAN A JI BO POLONYAYÊ RED KIR
Pentagonê roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku DYE'yê pêşniyara Polonyayê ya ji bo radestkirina balafirên MîG-29 a ji bo artêşa Emerîkayê û piştre jî şandina ji Ûkraynayê re red kiriye.
27 WELATÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ LI VERSAYÊ LI HEV CIVIYAN
Li eniya dîplomasiyê jî liv û tevger dewam dike. Serokkomariya Fransayê ragihand ku lîderên 27 welatan roja Pêncşemê li Qesra Versayê ji bo civîneke awarte li hev civiyane.
DANÛSTANDINÊN LI TIRKIYEYÊ
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Ûkraynayî Dmîtro Kûleba ji destpêka şer û vir ve yekem hevdîtina xwe roja Pêncşemê li Tirkiyeyê dikin.