Gelo hikumeta Îranê nexweşên bi vîrûsa Korona vedişêre?

Li Îranê 3 nexweşên din ên bi vîrûsa Korona hatin tespîtkirin. Bikarhênerên înternetê yê Îranê bi rêya medya civakî ragihandin ku nexweşên vîrûsê beriya hilbijartinê nayên eşkerekirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê li welêt sê nexweşên din ên bi vîrûsa Korona ketine hatin tespîtkirin. Bi vî rengî hejmar gihîşt 5 kesî. Hate ragihandin ku 4 ji wan li bajarê Qûmê û yek jî li bajarê Arakê bûn. Du ji nexweşên li Qûmê jiyana xwe ji dest da bû.

Çapemeniya xwecihî ragihand ku kesên jiyana xwe ji dest dan ji bajarê Qûmê bûn û çend saet piştî ku hatin tespîtkirin mirin.

Berdevkê hikumetê Alî Rabîî roja Pêncşemê bi rêya Twîtterê daxuyaniyek weşand û ragihand ku li dijî vîrûsa Korona wê komîteyekê bixin meriyetê. Rabîî anî ziman ku li dijî vîrûsê êdî pêwîstî bi çalakiyên giştî û hevkariya welatiyan heye.

Rabîî diyar kir ku fermana ji bo avakirina komîteyê ji aliyê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ve hate dayin.

Lê belê li medya civakî, gelek bikarhêneran hikumet sûcdar kirin ku rastiyên li ser vîrûsa Korona vedişêre. Li gorî bikarhêneran, hikumet ji bo vîrûs bandorê li dengdana hilbijartijê neke, nexweşên bi vîrûsê eşkere nake. Di hilbijartinên 21'ê Sibatê de ji xwe tê payin ku boykoteke xurt bê kirin.

Bikarhênerekî înternetê bi bîr xist ku di navbera eşkerekirina nexweşên bi vîrûsa Korona û yên ji ber vîrûsê mirin tenê çend saet hene.

Li gorî heman bikarhêner, ev rewş nîşan dide ku vîrûs beriya çend rojan hatiye tespîtkirin, lê belê rayedaran rastî veşartine.