Gelo hejmara nexweşên ji ber vîrusa li Çînê tê veşartin?

Lêkolînerên ji Hong Kokê diyar kirin ku ji bo pêşîlêgirtina vîrusa li Çînê divê tevdîrên mezin were wergirtin. Li gorî lêkolîneran hejmara nexweşan nêzî 40 hezaran e.

Lêkolînerên Zanîngeha Hong Kongê diyar kirin ku li gorî daxuyaniyên fermî 80 kes bi vîrusa li Çînê ketine û wê ev vîrus bi lez belav bibe.

Rayedarên Çînê diyar dikin ku 2 hezar û 744 nexweş hene. Di 24 saetên dawîn de hejmara nexweşên bi guman jî 6 hezar zêde bûye.

Şefê lêkolînerên Zanîngeha Hong Kongê Gabrîel Leûng diyar dike ku divê bi tevdîrên xurt pêşiya vê vîrusê were girtin. Li gorî vê komê hejmara kesên ev vîrus bi wan re hene, nêzî 44 hezar e.

Komîsyona Tendirustiya Neteweyî ya Çînê jî diyar kiribû ku ev vîrus du hefteyan dikare xwe veşêre û bêyî ku tu nîşan hebe, ev vîrus dikare belav bibe.

Leûng diyar kir ku di nava şeş rojan de dibe ku ev hejmar du katan zêde bibe , di mehên Nîsan û Gulanê de jî ev hejmar bigihêje asta herî bilind.