Li Elmanyayê di demên dawîn de partiyên CDÛ û SPD di hilbijartina Parlementoya Ewropayê û Eyaleta Bremenê de dengê xwe kêm kiribûn.
Partiya Keskan jî di hilbijartina dawîn de dengê xwe zêde kiribû û bûbû partiya duyemîn. Li gorî anketeke ku şîrketa Emnîdê ji bo rojnameya Bîldê kiriye, partiya Keskan û CDÛ dengê wan 27 ji sedî ye û SPD û partiya rastgir a tund AfD jî dengê wan 12 ji sedî ye.
Profesor Ûwe Jûn ê ji Zanîngeha Trîerê ji rojnameya Bîldê re axivî û diyar kir ku hilbijêr li tercîhên cihê digerin û ji ber ku li welat germa zêde dest pê kiriye, hilbijêr berê xwe didin partiya Keskan.
Li gorî hin pisporan zêdebûna dengên partiya Keskan demdemî ye û zêdebûna dengên SPD’ê ya di serê sala 2017’an de mînak nîşan didin. Wê demê bi qasî du hefteyan dengê SPD 30 ji sedî xuya dikir.