Gelo dîlgirtiyên Elman wê bi tankên Leopard bên guhertin?

Bazara qirêj a li ser welatiyên Elman ku ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatiye girtin û Wezîrê Karên Derve yê Elman Gabrîel lê mikur hatibû, zelal dibe.

Di navbera fîrma parastinê ya Elman Rheînmetall û Saziya Endustriya Makîna û Kîmya ya Tirkiyeyê (MKEK) de li ser hilberîna cebilxaneyê û modernîzasyonê gelek peyman hatibûn mohrkirin. Di nava projeyê de modernîzasyona tankên Leopard û hilberîna cebilxaneya balafirê şer li Tirkiyeyê jî hebûn.

Projeya tankê ya rejîma Erdogan Altay ku ji 7 milyar Euro pêk tê, îhaleya beşa wê ya destpêkê ya ji 100 heta 200 tankî, kete destê Rheînmetall û fîrma hilberandina otobus û qemyonan a Tirk BMC. Her du fîrmayan li Enqereyê RBSS ava kirin. 40 ji sedî yê parên RBSS ên Rheînmetall in.

Der barê sîparîşa destpêkê ku bi giştî hezar panzer e, tê payin ku hikumeta Elman a federal îsal biryarê bide. CEO yê Rheînmetallê Armîn Papperger beirya niha eşkere kiribû ku gelek projeyên ji bo artêşa Tirk li benda bicihanînê ne. Papperger dabû xuyakirin ku sala 2015'an biryar hatibû dayin ku tankên ji artêşa Tirk re werin dayin bên hilberîn û ji bo vê jî çûbû Qesra Erdogan.

Bazirganê çekan ê Elman Pappenger bi gotina "Heta ku têkiliya bi Tirkiyeyê re neyê sererastkirin zehmet e ku Elmanya firotina çekan erê bike" berpirsyarî dabû hikumeta Merkel. Ji bo Rheînmetall karibe bi Tirkiyeyê re kar bike, xuya ye Wezîrê Karên Derve yê heyî Sîgmar Gabrîel bi hawara Papperger ve çûye.

GABRÎEL JI BO LOBIYA ÇEKAN DIXEBITE!

Gabrîel roja Şemiyê li bajarê xwe malovanî ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re kir. Gabrîel berê gotibû, "Bila Denîz Yucel were berdan, em ê jî îxracata çekan a ji bo Tirkiyeyê erê bikin." Lê belê Gabrîel piştre di civîna çapemeniyê de ku bi Çavûşoglû re kir, ji van gotinên xwe vegeriya, qala endametiya Tirkiyeyê ya li nava NATO'yê kir û got, "Ji xwe em bi her awayî destekê didin Tirkiyeyê."

Tê gotin ku lobiya çekan a Elman, ji bo firotina çekan ji desthilatdariya Erdogan re zexta xwe ya li ser hikumeta Merkel zêde kiriye.

Tesadûf nîne ku siyasetmedarê sosyal demokrat Gabrîel di vê bazara qirêj de hatiye hilbijartin. Di dema wezîrtiya wî de, sala 2015'an di asta herî bilind de Elmanyayê çek firot. Wê salê, tevî Qatar û Erebîstana Siûdî bi rêjeyeke bilind çek ji artêşa Tirk re hate firotin. Çekên ku wê wextê ji artêşa Tirk re hatin firotin, di hilweşandina bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê de hatin bikaranîn.

MÛXALEFET LI BER VÊ BAZARA QIRÊJ RADIBE

Mûxalefeta Elman jî nerazîbûneke tund nîşanî vê bazariya qirêj a Gabrîel dibe. Piştî Partiya Keskan, ji eniya Partiya Çep jî nerazîbûneke mezin hat. Parlamentera Partiya Çep Sevîm Dagdelen ji Ajansa Nûçeyan a Elmanyayê (DPA) re axivî, têkiliya Gabrîel a bi rejîma AKP'ê re rexne kir û got, "Xurtkirina dîktatoriya li Tirkiyeyê tevkariyê li diyalogê nake." Dagdelen destnîşan kir ku firotina çekan ji bo dîktatorekî, wê rê li ber têkbirina aştiyê veke.