Gelo balafira DYE'yê li Efganistanê kete xwarê yan hate xistin?

Eşkere bû ku balafira roja Duşemê li Efganistanê kete xwarê balafireke leşkerî ya DYE'yê bû. DYE'yê ragihand ku bûyer qeza ye. Lê Talîbanan diyar kirin ku wan balafir xistine.

Pentagonê piştrast kir ku balafireke wan a leşkerî li Efganistanê ketiye xwarê, lê belê ti nîşane nîne ku eşkere bike balafir bi êrişekê hatiye xistin.

Ji berdevkên Pentagonê albay Sonny Leggett li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û ragihand ku balafireke şer a Emerîkî ya bi tîpa E-11A li wîlayeta Gaznî ketiye xwarê.

Balafira E-11 balafireke ku bi giranî piştgiriyê bi droneyên keşfê dikin û bi materyalên xwe yên pêşketî yên ragihandinê tên naskirin.

Berdevk got, "Li ser sedemên qezayê lêpirsîn tê meşandin, lê belê ti işaret nîne ku nîşan bide ji aliyê dijminan ve hatiye xistin."

Tevgera Talîbanê jî çend saet beriya vê daxuyaniyê ragihand ku wan balafir xistine. Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "Balafireke taybet a Emerîkiyên dagirker li wîlayeta Gaznî hate xistin."

Berdevkê Talîbanê Zabîûllah Mucahîd ragihand ku personelên balafirê hemû mirine. Mucahîd piştre jî ji AFP'ê re axivî û got, "Balafir bi rengekî taktîkî hatiye xistin" lê belê eşkere nekir ku çawa ev yek kirine.

Li gorî Talîbanê balafir di çarçoveya wezîfeya keşfê de difiriya.

Beriya daxuyaniyên her du aliyan hatibû ragihandin ku li herêma Gaznî roja Duşemê saet di 13:00 de balafireke rêwiyan ketiye. Lê belê daîreya hewakariya sivîl a Efganistanê piştre daxuyaniyek da û diyar kir ku ti balafireke bazirganiyê neketiye.

Ev bûyer di demeke welê de rû da ku danûstandinên navbera DYE û Talîbanê dewam dikin. Talîban dixwaze ku hêzên Emerîkî xwe vekişînin û rêveberiya Washîngtonê jî dixwaze beriya îmzekirina peymanê Talîban çalakiyên xwe yên tundiyê kêm bike. Danûstandinên ku zêdeyî saleke dest pê kirine, bi hinceta êrişên Talîbanê du caran hatibûn betalkirin.