Gelên xwecihî yên Brezîlyayê ji bo erdê xwe dadikevin qadan

Gelên xwecihî yên Brezîlyayê ku şîrketên mezin ên xwe dispêrin hikumetê gefê li erdê wan dixwin, wê li nêzî qesra serokdewletiyê ya li paytexta Brasîlîayê hefteyekê çalakiyan bikin.

Piştî ku lîdera sosyalîst Dilma Rousseff bi dengê partiyên rastgir ji aliyê Senatoyê ve ji wezîfeyê hate girtin, ji sala 2016'an û vir ve gefên li ser gelên xwecihî yên li Amazonan zêde bûye.

Di serî de şîrketên sektora çandinî û daristaniyê, gelek şîrketên mezin gefê li cih û warê wan dixwin. Bi sedan komên ji gelên xwecihî bûne hedefa çeteyên çekdar ku tê texmîkirin ji aliyê şîrketan ve hatine kirêkirin.

Ji bo parastina cih û warê xwe, jiyana xwe ya xwezayî, şêniyên xwecihî ji roja Duşemê ve berê xwe dane paytext Brasîlîayê. Bi navê 'Kampa Axa Azad' wê li qada nêzî Qesra Serokatiyê hefteyekê çalakî bên kirin.

Kamp roja Sêşemê piştî nîvro hate avakirin û bi hezaran kes ji niha ve lê civiyane. Di çalakiyê de Serokdewlet Michel Temer ê rastgir tê şermerzarkirin. Nûnerê Komeleya Gelên Xwecihî ya Brezîlyayê Kreta Kaingang ji AFP'ê re axivî û got, Temer wê weke lîderê ku diyaloga bi gelên xwecihî re red kiriye cihê xwe di dîroka welêt de bigire.