Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Gelê Samî ji 'Peymana Bakurê Samî' ne razî ye

Gelê xwecihî yê Skandînavyayê Samî, ji pêşnûmeya 'Peymana Bakurê Samî' nerazî ye, ku tê gotin ev peyman ji bo ewlekirina mafên bingehîn ên Samiyan hatiye amadekirin.

Nûnerên hin rêxistinên Samî dan xuyakirin, ku pêşnûmeya peymana navborî, mafê wan ê bikaranîna av û axê garantî nake û dixwazin pêşnûme ji nû ve bê nirxandin.

Ji bo Samiyên li Swêd, Norwêc û Fînlandiyayê dijîn bibin xwedî heman mafan, bi armanca hevparîkirina qanûnan di sala 2011'an de xebatek hat destpêkirin. Amadekariyên peymana bi navê "Peymana Bakurê Samî", bi tevlîbûna rayedarên hikûmetên her sê welatan û nûnerên parlamentên Samiyan ên li van welatan hatine avakirin, hat meşandin.

"Peymana Bakurê Samî", ku hikûmetên Swêd, Norwêc û Fînlandiya bi rêveberên parlamentên Samiyan ên li van welatan li ser li hev kirin, ji 7 beşên û 51 paragrafên; "Rêveberiya Samî", "Çand û zimanê Samî", "Mafên av û axê yên Samiyan", "Qada hilberînê ya Samî", "Pêkanîna Peymanê" û "Armancên dawî" pêk tê.

DIVÊ SÎNOR LI PÊŞIYA YEKBÛNA SAMIYAN NEBIN ASTENG

Di beşa destpêkê ya peymanê de tê ragihandin, Samî gelekî xwecihî ye ku li Bakurê Swêd, Norwêc û Fînlandiyayê dijî, xwedî çand, jiyana civakî, dîrok, kevneşopî û vîzyona siberojê ne û berpirsyariya navneteweyî ya hersê dewletan heye, ku wan biparêze û bike ku xwe bi pêş ve bibe.

Tê destnîşankirin, ku çand û kevneşopiya gelê Samî, jiyana civakî û çanda van welatan dewlemend dikin û divê sînorên van her sê welatan li pêşiya yekbûna Samiyan nebin asteng.

LI NEXWEŞXANE, DADGEH Û SAZIYAN WÊ KARIBIN BI ZIMANÊ SAMÎ BAXIVIN

Di peymanê de tê gotin, Samî dikarin al û sembolên xwe bi rengekî azad bi kar bînin û divê ev dewletên navborî guhertinên pêwîst ên qanûnî bikin ku li herêmên Samî lê dijîn, bi zimanê xwe li nexweşxane, dadgeh û saziyan karibin bidin û bistînin.

Di peymanê de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê Samiyan tê garantîkirin. Her wiha tê ragihandin, dewlet wê destekê bidin radyo, televîzyon û rojnameyên bi zimanê Samî. Ji bo pêşvebirina belavkirin û weşandina berhemên wêjeyî yên Samî, alîkariyê bikin.

Ji ber ku axa Samiyan bêyî ji wan bê pirsîn pêşkêşî ocaxên madenê û santralên ba hatibûn kirin, vê yekê rê li ber nerazîbûn û xwepêşandanên protestoyî yên Samiyan vekiribû. Di peymanê de tê destnîşankirin, berî ku çavkaniyên xwezayî bên bikaranîn, divê hevdîtin bi Samî û rêxistinên wan ên li herêmê re bê kirin û bi şertê ku jiyana Samiyan nebaş nekin, ocaxên madenê werin xebitandin.

PÊŞNÛME JI DAXWAZA XWESERIYÊ YA SAMIYAN NABE BERSIV

Armanc ji Peymana Bakurê Samî ew bû, ku gelê Samî li ser mafên xwe yêna borî, civakî û çandî, her wiha li ser bikaranîna çavkaniyên xwe yên xwezayî, xwedî biryar bin.

Ji ber ku di pêşnûmeya peymanê de nayê eşkerekirin, bê gelê Samî wê van mafên xwe çawa bi kar bînin, rêxistinên Samiyan li ber vê rewşê radibin. Federasyona Samî ya Swêdê da xuyakirin, ku pêşnûme erka biryardayînê ya Norwêc, Swêd û Fînlandiyayê ya li ser Samiyan xurtir dike û ew ê bi ti awayî piştgiriyê nedin vê pêşnûmeyê.

Federasyona Ciwanên Samî ya Swêdê jî diyar kir, pêşnûme bersivê nade bendewariyên Samiyan û bang li Parlamenta Samî ya Swêdê kir, ku mohra xwe danîne binê peymanê. Serokê Federasyonê Îsak Ûtsî bi daxuyaniyeke çapemeniyê û da zanîn, pêşnûme mafê biryardanê yê gelê Samî weke şêwrê bi nav dike û ji bo tazmînatên di berdêla axa hatiye desteserkirin de bê dayîn jî gotina 'xweşbîniya her du aliyan' tê bikaranîn. Ûtsî destnîşan kir, ku bi vî rengî ev maf ji holê tê rakirin.

ÎMZEKIRINA PEYMANÊ DIBE KU BÊ TALOQKIRIN

Parlamenterên Samî yên li her sê welatan, tevî rexneyên xwe jî, hê bi nerm nêzî pêşnûmeya "Peymana Bakurê Samî" dibin. Serokê Parlamenta Samî ya Swêdê Håkan Jonsson da xuyakirin, ku ew bi temamî ji pêşnûmeyê ne razî ye, lê belê hikûmetên her sê welatan û parlamentên Samî li ser pêşnûmeyeke bi vî rengî li hev kirine.

Jonsson diyar kir, ew ê rexneyên li ser pêşnûmeyê bibînin û got, "Ez ê nexwazim mohra xwe deynim binê pêşnûmeyek ku li pêşiya pêşketina Samiyan asteng e."

Seroka Parlamenta Samî ya Fînlandiyayê Tiina Sanila-Aikio jî ji hin beşên peymanê razî ye, lê ji ber ku mafên axê garantî nake, ne razî ye.

RÛSYA LI DERVEYÎ PEYMANÊ YE

Beşek ji Samiyan, li Nîvgirava Kolayê dijîn. Lê belê ji ber ku Rûsya tevlî amadekirina "Peymana Bakurê Samî" nebû, Parlamenta Samî ya li Rûsyayê li derveyî qanûnan bi nav kir û xebatên wê sekinand.

Seroka Parlamenta Samî Valentîna Sovkîna da xuyakirin, ku bi rêya qanûnên nû, komele û saziyên alîkariya aborî ji derveyî Rûsyayê digirin, weke ajanên hêzên biyanî hatine binavkirin û xebatên Parlamenta Samî hatine sekinandin.

Sovkîna diyar kir, saziyên li Rûsyayê, li şûna parlamenta ku mafên Samiyan diparêzin, komeleyên ku gelê Samî temsîl nakin û nêzî rejîmê ne, mûxatab dibînin.

Dihat payîn ku peyman di 6'ê Sibata 2017'an de bihata îmzekirin û eşkerekirin, lê belê ji ber rexne û nerazîbûna rêxistn û partiyên Samî, çav li rê ye ku ev yek bê taloqkirin.