Gelê Lubnanê çar meh in li ser piyan e

Li Lubnanê çar meh in li dijî çîna siyasî raperîna civakî heye. Di encama raperînê de hikumet hilweşiya. Hikumeta nû di 11'ê Sibatê de dengê pêbaweriyê wergirt. Protesto dewam dikin.

Parlamenta Lubnanê dengê pêbaweriyê da hikumeta Hasan Dîab. Rûniştina li ser mijarê bi nîqaş bû. Di encama rûniştina ji 8 saetan, 63 ji 84 parlamenterên amade, dengê pêbaweriyê da desteya nû ya hikumetê. 20 parlamenteran dengê dijber bi kar anîn û yek jî bêalî ma.

Di dema dengdanê de li kolanan xwepêşandanên şermezarkirinê hebûn. Çalakgeran hewl dan ku pêşî li pêkhatina rûniştina parlamentê bigirin. Hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê û TOMA'yan dest li xwepêşandanan werdan. Li paytext Beyrûdê xwepêşandanên protestoyî danê sibehê dest pê kiribûn. Çalakgeran nerazîbûn nîşan dan ku desteya nû ya hikumetê bersivê nade daxwazên tevgera civakî.

Li gorî Xaça Sor a Lubnanê di şer de yê dema xwepêşandanê zêdeyî 370 kes birîndar bûn. Tevî destwerdana giran jî çalakger li ber parlamentê li hev kom bûn. Li gorî medya herêmî, çalakgeran hêk avêtin yek ji wezîran û dirûşma "îstifa îstifa" qîriyan.

Tevgera protesto dixwaze, hikumetek ji teknokratên serbixwe bê avakirin. Desteya heyî ya wezîran di encama bazareke bi hefteyan a navbera partiyan ava bû. Li parlamentê Hîzbûllah a alîgigrê Îranê û hevalbendên wê serdest e, lewma desteya hikumetê jî bû yekalî.

Çalakiyên şermezarkirinê yên li Lubnanê meha Cotmehê dest pê kirin. Piştî ku bac li ser WhatsAppê hate ferzkirin, êdî sebra xwepêşandêran fûriya. Hikumetê destpêkê hewl da bi rêya tundiyê bitepisîne, lê nekarî dengê xwepêşandêran bibire. Di encama çalakiyan de ku 17'ê Cotmehê dest pê kirin, Serokwezîr neçar ma ku di 29'ê Cotmehê de îstifa bike. Di dawiya meha Kanûnê de Hasan Dîab weke serokwezîrê nû hate destnîşankirin, lê belê vê yekê nerazîbûn kêm nekir. Dîab soz da ku wê hikumetek ji teknokratên serbixwe ava bike, lê belê çalakgeran diyar kirin ku Dîab ji çîna siyasî ya nelirê tê, lewma nerazîbûna xwe dewam kirin.

Nebaşbûna mercên jiyanê, astengiyên ku bankayan li pêşiya kişandina pereyan danî, nerazîbûna li Lubnanê zêde kir. Deynê welêt gihîşt 90 milyar dolarî. Ev yek jî 150 ji sedî ji hatineya milî zêdetir e. Bankaya Cîhanê di meha Mijdarê de daxuyaniyek weşand û hişyarî da ku rêjeya xizaniyê dibe ku bigihêje 50 ji sedî yê nifûsê. Dewlemendiya welêt jî di destê hindikahiyeke biçûk de ye. Heft milyarder xwedî 13.3 milyar sermayeyê ne. Ev yek jî bi deh qatî ji hatineya 50 ji sedî yê nifûsa ku hatineya xwe di asta navîn de ye. Karên nelirê yên li nava siyasetmedaran û karmendên dewletê êdı belav bûne. Ji ber vê yekê jî çalakger dixwazin hikumetek ji teknokratên serbixwe bê avakirin.