Gelê Haîtî li dijî çeteyan çalakî pêk anî, 264 çete hatin kuştin

Li Haîtiyê ku tevî bangawaziyan jî civaka navneteweyî mudaxele nekir, komên ku xwe weke "Misogerên Edaletê" îlan kirin ragihandin ku herî kêm 264 çete kuştine.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Haîtîyê Maria Isabel li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî axivî û got, "Derketina koma ku xwe weke ‘misogerên edaletê’ bi nav dikin, asteke nû tevlîheviyê li rewşê zêde kir. Ji meha Nîsanê û vir ve, Binuh (Ofîsa Yekgirtî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Haîtîyê) hesab kir ku herî kêm 264 çete ji hêla ‘misogerên edaletê’ ve hatine kuştin.”

Ji ber ku polîs nikarin tundiya çeteyên ku piraniya xaka paytext Port-au-Prince kontrol dikin re bixin bin kontrola xwe, şêniyan dest bi avakirina komên xweparastinê kirin. Ji aliyê din ve civaka navneteweyî nikare welatekî bibîne ku hêza destwerdanê ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Haîtê ve tê xwestin, bi rê ve bibe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di 6’ê Tîrmehê de got, “Gelê Haîtîyê di kabûsekê de asê maye û di rewşek xirab de ne. Çeteyên zordar gelê Haîtiyê xistine bin kontrola xwe. Guterres roja Şemiyê hefteya borî çûbû bajarê Port-au-Prince.

Sekreterê Giştî destnîşan kir ku bêyî pêşketineke radîkal di rewşa ewlehiyê de çareseriyeke siyasî ya mayînde û tevlêker çênabe û banga xwe ya ji bo şandina hêzeke navneteweyî ji bo destekkirina polîsan û "tunekirina" çeteyan dubare kir.

Ev bangawaziya ku cara ewil di meha Cotmehê de hat kirin tu bersiv negirt. Digel ku çend welatan amadehiya xwe ji bo beşdarbûnê diyar kirin jî, lê ji ber ku destwardanek ji aliyê gelek biyanî ve tê meşandin kes bi dildarî pêşengî nekir.

Ji bilî tundûtûjiyê li Haîtî, nêzîkî nîvê nifûsê, ango 5.2 mîlyon kes, hewcedariya alîkariya mirovî ne, ku di nav wan de nêzîkî 3 mîlyon zarok hene.