Gefa kuştinê li yekane wekîlê reş ê Elmanyayê hate xwarin

Li yekane parlamenterê reş ê Elmanyayê Karamba Dîaby bi rêya mailê gefa kuştinê hate xwarin. Beriya çend rojan jî şopa sê fîşekan li paceya buroya wî hatibû tespîtkirin.

Karamba Dîaby ku bi eslê xwe ji Senegalê ye gefa kuştinê lê hate xwarin. Hate ragihandin ku gef bi rêya mailê lê hatiye xwarin. Polîsan diyar kirin ku ew bûyerê cidî dibînin û dest bi lêpirsînê kirin.

Dîaby li herêma Halleyê parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat e. Hefteya derbasbûyî jî şopa sê fîşekan li buroya wî hatibû tespîtkirin.

Li gorî medya xwecihî, di mailê de ya ji parlamenterê 58 salî re hate şandin îmzeya "Orkestra Muzîsyenên Darbeyê" hebû û mail bi gotina "Heîl Hîtler" bi dawî bû.

Di mailê de bi taybetî kuştina Walter Lubcke yê mûxafazakar ê alîgirê koçberan hate bibîrxistin ku di Hezîrana 2019'an de hate kuştin. Lubcke li mala xwe ya li Kasselê hatibû kuştin. Bersûcê bingehîn ê bûyerê jî endamekî tevgera Neonazî ye.

Li Elmanyayê dema dawî gefên kuştinê, êrişên fîzîkî û devkî zêde bûn ku ev yek bû sedema zêdebûna fikaran.