Gefa bahoza Florence didome: Herî kêm 17 kes mirin

Bager Florence ya bandora wê li başûrê rojhilatê DYA’yê didome, heta niha herî kêm 17 kes mirin. Rêveber banga hişyariyê li gel kirin.

Beşek bakurê rojhilatê DYA’yê ji roja Yekşemê ve di bin avê de maye. Çem di bin avê de mabûn, çem herikîbûn û rê hatibûn girtin.

Bi bahoza Florenca ya ji roja Înê ve dewam dike heta niha herî kêm 17 kes mirin. Ji van 11 li Bakurê Karolîna û 6 jî ji Başûrê Karolînyayê mirine.

Bahoza Floranca ya ji ber baya zêde û baaranê hê jî gefa wê li ser du eyaletên dikevin başûrê rojhilatê DYA’yê heye.

Rêveberan daxwaz ji welatiyan kir ku xwe ji deverên metirsîdar dûr bixin, berê xwe bidin navendên parastinê yên hatine amadekirin.