Gaza ku li Brîtanyayê belavbûyî bû sedema nexweşiya sedan kesî

Li Brîtanyaya Mezin ji ber belavbûna gaza ku nayê zanîn ji kû belav dibe û bi dehan kêlometre belav bûye, bû sedama nexweşiya sedan kesî.

Gaza ku li Behara Manşê diyar bûye û bi qasî 30 kêlometreyan peravên wê belav bûye, rê li ber nexweşiya gelek kesan ên mîna şewitîna çav û nefesteniyê vekiriye.

Ji ber gaza ku belavbûyî duh şev 150 kes çûn nexweşxaneya Eastboûrneyê, hat diyarkirin ku ev kesên ku nexweş ketine li peravê, ji gazê bandor bûne.

Li gorî daxuyaniya polîsên East Sûssexê, diyar kir ku ji ber vê gaza ku nayê zanîn ji kû belav dibe, dibe ku bi sedan kes din jî jê bandor bûbin.

Ev gaza ku belav dibe, li gundekî ku dikeve başûrê welatê bi navê Bîrlîng Gapê hatiye dîstin û piştre jî bi qasî 30 km heta Bexhîll ê dikeve rojhilat. Di nava agahiyên ku hatin dayîn de gaza ku belav bûyî piştî 3 saetan û şûnde bi xwe winda bûye.

Hat îdîakirin ku gaz ji klorê pêk hatiye, têkildarî çavakaniya wê jî nirxandinên cuda hene. Hat diyarkirin ku gaz ji behrê bilind bûye, hat destnîşankirin ku li welatê Fransa yê cîran kargehek bûye sedema hilberîna gazeke mîna vê.