'Gavên Îranê herêmê bêîstikrar dike'

Li gorî pisporan, gavên ku rêveberiya Îranê di rojên dawî de avêtine dikarin hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherînin.

Tehran ku bi gavên xwe yên leşkerî, siyasî û aborî balê dikişîne, tê gotin ku bi van hewldanên xwe re herêmê bêîstikrar dike.

Malpera kovara Der Spîegel a Elmanyayê Spîegel Onlîne, bi sernavê "Pêngavên tirsnak ên Îranê" gavên rejîma Îranê yên roja dawî analîz kir. Di şîrove-nûçeya bi îmzeya Hasnaîn Kazim de hat ragihandin ku Îran ji bo bibe hêza herêmî hewldanên xwe zêde kiriye û bi kurtasî ev analîz tê kirin:

GAVÊN LI PEY HEV ÊN ÎRANÊ!

-Lîderê Rûs Wladîmîr Pûtîn ku hefteya bihurî serdana Tehranê kir, di sektora enerjiyê de peymanên ji 30 mîlyar Dolarî îmze kir. Ev peyman ji bo sûdwergirtina ji petrol û gaza Îranê bûn. Ji aliyekî ve şîrketên Rûs Rosneft û Gazprom beriya şîrketên rojavayî ketin nava liv û tevgerê, li aliyê din jî Tehranê li dijî gefên Serokê DYA Donald Trûmp û gefên gengaz ên cîhana rojava, bi lez tevgeriya.

-Hikumeta Iraqê di bin bandora Îranê de ye. Dema ku ji bo serxwebûna Kurdistanê kirina referandûmê kete rojevê, Bexdayê pişta xwe spart Tehranê û zexta li ser Kurdan zêde kir. Lê belê tevî vê yekê jî referandûm hate kirin û di dawiya dawî de Kurd neçar man ku paşve gavê biavêjin. Di dawiyê de jî serokê rêveberiya Kurdistana Federe Mesûd Barzanî neçar ma îstifa bike. Ev hemû ji bo Îranê hate wateya serketinê.

-Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson ê çû welatên kendavê, xwest ku tifaqa dij bi Îranê xurtir bike. Tîllerson xwest, milîsên Şîa Heşdî Şabî yê ji aliyê Îranê ve hatin perwerdekirin û bi çek kirin, ku ne tenê li dijî DAIŞ'ê her wiha li dijî Kurdan jî hate bikaranîn, biçin mala xwe. Lê belê Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ev daxwaz red kir û yekser berê xwe da Tehranê. Bi vî rengî DYA hate xapandin û ev jî ji bo Îranê bû serketineke din.

-Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî ku got, ew ji sûîqestê ditirse û ji ber vê ji wezîfeya xwe îstifa kir, Hîzbûllah a ku Îran piştgiriyê didê, sûcdar kir. Harîrî hevalbendê Erebîstana Siûdî bû, ku dijminê sereke yê Îranê ye. Bandora Îranê ya li Lubnanê xuya ye zêde bûye.

Di analîzê de hat destnîşankirin ku ev heldanên Tehranê yên ji bo bûyîna aktorekî herêmî, herêmê bêîstikrar dike. Her wiha hate ragihandin, ku rakişîna li hev a Îran û Erebîstana Siûîd jî dewama şerê 1300 salî yê navbera Şîa û Sûniyan e.