Gardiyanekî Kampa Stûtthofê derdixînin dadgehê

Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê kesekî 94 salî yê ku di navbera salên 1942-1944’an de li Kampa Naziyan a Stûtthofê gardiyantî dikir, bi sûcê ku bûye şirîkê bi sedan cînayetan, tê darizandin.

Dest bi darizandina gardiyanekî hate kirin ê ku di Şerê Cîhanê yê 2’emîn de li Kampa Stûtthofê ya ku 4 kîlometreyan dûrî Gdanskê ye peywirdar bû.

Dozgeriyê nasnameya wî kesî eşkere nekir û rojnameya Dîe Weltê diyar kir ku navê wî kesî Jonathan e.

Dozgerê Dortmûndê Andreas Brendel daxuyanî da AFP’ê û got ku, “Di wan deman de dibe ku 18-20 salî be. Dema ku li kampê sedan kes bi gaz û çekan hatibûn kuştin, ew li wê derê gardiyan bû.”

Li gorî rojnameya Dîe Weltê vî kesî di sala 2017’an de diyar kiriye ku haya wî jî bûyerên li kampê hebûye.

Stûtthof yekemîn kamp e ya ku li derveyî sînorên Elmanyayê hatiye avakirin. Kamp di sala 1939’an de hatiye avakirin û heta sala 1945’an 65 hezar kes lê hebûye. Li gorî muzeya Stûtthof de Sztûtowo li vê kampê 110 hezar kes hebûne.

Di kampê de ya ku serbazên SS û leşkerên ji Ûkraynayê ewlehiya wê pêk dianîn, di serî de dîlên şer, mûxalifên ji Polonya, Norweç û Danîmarkayê hebûn. Piştre piraniya wê jin, Cihû li kampê hatin bicihkirin.

Heta niha nêzî 2000 gardiyan û leşkerên ku li kampê peywirdar bûne, derketine pêşberî dadgehê.