Ganî wê herî kêm hezar girtiyên Talîbanê berde!

Hate ragihandin ku li Efganistanê, beriya 10'ê Adarê dema destpêkirina danûstandinên bi Talîbanê re, Serokkomar Eşref Ganî wê biryarnameyekê di nava hefteyê de herî kêm hezar girtiyên Talîbanê berde.

Di çarçoveya peymana ku dawiya meha Sibatê di navbera DYE û Talîbanê de hate îmzekirin, tê payin ku di 10'ê Adarê de danûstandin navbera Efganan dest pê bike.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe spart pênc çavkaniyên cuda, Serokkomar Eşref Ganî wê ji bo berdana herî kêm hezar girtiyên Talîbanê biryarnameyekê îmze bike. Du çavkaniyan diyar kirin ku biryarname wê ji bo girtiyên bi temen dirêj be.

Talîban jî di çarçoveya peymanê de dixwaze ku şertê destpêkê yê danûstandina bi hikumeta Efgan re divê 5 hezar girtî bên berdan. Di berdêl aberdana 5 hezar girtiyan de jî Talîban divê hezar leşker û polîsan berde.

Serokkomar Eşref Ganî ku di 1'ê Adarê de li Kabîlê civîneke çapemeniyê li dar xist, red kiribû ku li gorî peymana navbera DYE û Talîbanê girtiyan bi hev biguherîne. Ganî got, "Sozeke ji bo berdana 5 hezar girtiyan nîne" û diyar kiribû ku berdana girtiyan erka hikumeta Efgan ne, ne ya DYE'yê ye.

HIKUMETA PARALEL

Agahiyên li ser berdana hezar girtiyî beriya 9'ê Adarê dema sondxwarina Ganî hate ragihandin. Heman rojê hevrikê wî Abdullah Abdullah xwe weke serokkomar îlan kir. Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo got, ew bi tundî li dijî hikumeta paralel in.

Eşref Ganî di hilbijartinên Serokkomariyê de yên 28'ê Îlonê ku rêjeya tevlîbûnê kêm bû, bi rêjeya 50.64 ji sedî hatibû hilbijartin. Encamên dawî yên hilbijartina bi nîqaş jî piştî 5 mehan di 18'ê Sibatê de hatibûn eşkerekirin. Ji 9.6 milyon hilbijêrên qeydkirî tenê 2.7 milyonî dengê xwe dabûn. Nêzî nîv milyon ji wan jî dengê wan derbasdar nehatibû hesibandin. 1.8 milyon deng derbasdar hatibûn dîtin. Abdullah Abdullah ku encamên hilbijartinê nas nekir, gef xwaribû ku eger Ganî sond bixwe ew ê jî hikumeteke paralel ragihîne.