Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Ganayê îdam rakir

Ganayê, cezayê îdamê rakir, cezayê 176 kesên ji îdamê hikum xwariye, tê payîn ku veguhere cezayê hepsê heta bi hetayê.

Gana bû welatê 29’emîn ê Efrîkayê ku cezayê îdamê rakir. Cezayê 176 kesên hikum ji îdamê xwariye, tê payîn ku veguhere cezayê razana hepsê heta bi hetayê.

Parlamentoya Ganayê, ji bo cezayê îdamê rabike, dengdana guhertina qanûna têkilarê sûcên cezayî kir.

Ji bo xiyaneta li welêt cezayê îdamê hêj jî derbasdar e û yên kampanya bi rê ve dibin, dibêjin ku ceza ji bo bi tevahî rabibe divê makezagon biguhere.

Ji sala 1993’yan ta bi niha înfaza cezayê îdamê qet pêk nehatiye, lê dadgeh hêj jî cezayên îdamê didin. Ji bo pêşnûmaya qanûnî bikeve meriyetê, divê serokkomar Nana Akûfo-Addo îmze bike.