Gabrîel bersiveke 'profesyonel' da heqaretên Çelîk

Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel bersiv da Wezîrê Tirk Omer Çelîk, ku ew bi hewldanên nîjadperestî sûcdar kiribû.

Wezîrê AKP'yî Omer Çelîk ji bo Gabrîel gotibû, "ji nêzîkatiyên nîjadperestan sûdê werdigire û li gorî wê tevdigere". Gabrîel jî bi gotina "ez bi profesyonel nêzîk dibim. Gotinên bi vî rengî nîşan dide, ku di destê hikumeta Tirk de ti arguman nemaye" bersiv da Çelîk.

Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel, bû ew mirov ku di krîza nabera Elmanya û rejîma Erdogan de herî zêde derkete pêş. Gabrîel ji rojnameya Bîld re axivî û hem bersiv da heqaretên ku rêveberên dewleta Tirk lê dikin, hem jî bi berfirehî qala siyaseta rejîma Erdogan kir.

'EGER XWEDIYÊ OTELA HÛN LÊ MAN E BÊ BINÇAVKIRIN'

Gabrîel, mijara tundkirina hişyariyên li ser ger û geşta Elmanên biçin Tirkiyeyê rave kir û got, "Ji ber bûyerên di dema dawî de qewimîn, divê li ser ger û geşta xwe ya ji bo Tirkiyeyê baştir bifikirin. Bi navê dewletê, nabe ku em li ser ger û geşta welatiyên xwe ber bi Tirkiyeyê ve biryarê bidin."

Gabrîel destnîşan kir, ku bi dilrehetî ew dikarin pêşiyar bikin ku welatiyê wan neçin Tirkiyeyê û got, "Yên wê biçin Tirkiyeyê divê baş bifikirin." Ji bo fêhmkirina rewşê jî Gabrîel ev mînak ji bo Elmanan da:

"Hin Elman hene ku bi salan e ji bo bêhnvedanê diçin Tirkiyeyê, diçin heman otelê û bi xwediyê otelê re jî bûne heval. Eger xwediyê vê otelê bê sûcdarkirin ku nêzî rêxistinbûna Gulen e, Elman ê mêvan jî wê li ber çavê hikumeta Tirk bibe gumanbar. Ji ber ku her kesê Erdogan qebûl neke, weke terorîst tê dîtin."

'EM Ê PÊVAJOYA YEKÎTIYA EWROPAYÊ NEQEDÎNIN'

Gabrîel li ser pêvajoya endametiya Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê bi zelalî axivî. Ji bo pirsa "Welatekî ku nêrînê qedexe dike, mirovên bê guneh digire û zextê li mûxalefetê dike, gelo çêdibe ku bikeve nava Yekîtiya Ewropayê?" Gabrîel destnîşan kir, ku di halê hazir de endametiya Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê bi ti awayî nabe.

Wezîrê Karên Derve yê Elman anî ziman, danûstandinên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê wê ji aliyê wan ve neyên qedandin û got, "Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan baş pê zane, ku d nava şert û mercên heyî de endametiya Yekîtiya Ewropayê ne pêkan e. Ji ber ku ew bi xwe jî naxwaze bikeve nava yekîtiya Ewropayê. Lewma danûstandinên ji bo endametiyê cidî nabîne."

'HEQARETÊN TÊN KIRIN, NE XEMA MIN E'

Siyasetmedarê sosyal demokrat Gabrîel bal kişand ser heqaretên Serokkomarê Tirk Erdogan û wezîrên AKP'yî yên li dijî xwe û got, "Ev heqaret ne xema min e. Erdogan li pey provokasyonan e, lê belê ez ê jê re nebim alîkar."

Gabrîel têkildarî gotinên Wezîrê Yekîtiya Ewropayê yê hikumeta AKP'ê Omer Çelîk ku jê re gotibû, "Ji rastgirên tund û nîjadperestan sûdê werdigire" wiha axivî: "Dikarim bi rengekî profesyonel nêzîk bibim. Gotina 'Elmanya Nazî' ya Erdogan hê nebaş bû. Gotinên bi vî rengî nîşan didin ku êdî ti argumanên hikumeta Tirk nemane."