Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Fransayê têkilî qirkirina Tutsiyan arşîvên xwe vekirin

Fransayê têkilî serdema di navbeyna 1990-1994'an a Ruandayê ku Tutsî hatibûn qirkirin arşîvên xwe yên girîng, di salvegera 27'an a destpêka qirkirinê de vekirin.

Hate diyarkirin arşîvên ku hatine vekirin arşîvên Serokkomar Françoîs Mîtterand û Serokwezîrê wê demê Edourd Balladur in.

Di navbeyna van belgeyan de gelek telgrafên dîplomatîk û nîşeyên veşartî hene. Ev belgeyên di rapora Duclertê de, ku dawiya Adarê komîsyoneke dîrokzanan dabûn, balê dikişîne ser rola Fransayê ya qirkirina li Ruandayê ya di navbeyna salên 1990-1994'an de.

Arşîv di salvegera 27'an a destpêka qirkirinê 7'ê Nîsanê de hatin vekirin. 1994'an navbeyna Nîsan û Temûzê piranî jê Tutsî 800 hezar kes bi rengekî hovane hatin kuştin.

Dîrokzan berpirsyariya Mîtterand û Serekerkanê wê demê destnîşan dikin ku nexasim têkilî rîsa qirkirinê guh nedane hişyariyan.

Rola Fransayê ya qi qirkirina Ruandayê de ev 25 sa in weke mijareke teqemeniyê di rojevê de ye, lêkol, akademîsyen û siyasetmedar li ser vê mijarê pir nîqaş dikin.

Beriya niha bi du salan Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron 7'ê Nîsanê bi fermî weke roja bîranînê ragihandibû.