Fransayê 50 wesayitên zirxî ji Ermenistanê re şand

Fransayê ji bo pêşîgirtina li êrîşeke gengaz a li ser Ermenistanê 50 wesayitên zirxî yên bi tîpa Arquus MK3 (VAB) ji vî welatî re şand. Her wiha tê plankirin ku 24 wesayitên din ên bi heman tîpî bêne hilberandin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, piştî ku herêma Artsah (Qerebaxê) ji aliyê Azerbaycanê ve hate dagirkirin soza piştgiriyê dabû Ermenistanê.

Fransa, ji bo Ermenistan karibe xwe li hemberî êrîşên gengaz biparêze bi dehan wesayitên zrixî jê re şand.

Hate ragihandin ku 50 wesayitên zirxî yên bi tîpa Arquus MK3 (VAB) hatine şandin. Li gorî agahiyên hatin parvekriin jî wê 24 wesayitên din ên bi heman tîpî bêne hilberandin.

Di raporê de ku ji aliyê Senatoya Fransaye ve hate weşandin, ev wesayitên zirxî yên weke Bastion jî têne naskirin li bendergeha Potî ya Gurcistanê hatin dîtin û bi rêya hesinî ber bi Ermenistanê ve hatin şandin.