Fransa wê li ser komele û saziyên Îslamîst bijdîne
Li Fransayê ya ku komên ku piştgirê çeteyên Îslamîst yên radîkal zêde ne, hikûmetê ragihand ku li dijî van koman wê tevdîr werin jidandin.
Li Fransayê ya ku komên ku piştgirê çeteyên Îslamîst yên radîkal zêde ne, hikûmetê ragihand ku li dijî van koman wê tevdîr werin jidandin.
Di daxuyaniyê de ya ku ji hêla Wezîrê Karê Navxwe Chrîsttophe Castaner ve hate dayin, got, wan ferman dane walîtiyan ku li dijî Îslamîstên radîkal hê zêdetir têbikoşin. Bi vê çarçoweyê tê gotin wê li dijî wan ên ku berjewendî û nirxên ên komên cuda ''li pêş nirxên komarê datînin' têbikoşin.
Li gorî Wezareta Karê Navwe ji walîtiyan hatiye xwestin ku kontrola û venêran werin jidandin. Bi vê mebestê bi tevlêbûna waliyên 96 bajaran û alîkarên walî yên ji ewlehiyê û siûdê berpirs semînerek hate dayin. Ji waliyan bi taybetî hate xwestin ku rayeyên ku qanûnan li dijiî Îslamîstên radîkal dane, hê zêdetir werin bikaranîn.
Castaner piştî semînerê axivî û got, ''Îslamîst projeyeke siyasî ya antî-demokratîk, antî-komarparêz e'' û ''Îslamîst, mezintirîn dijminê Îslamê ne.''