Fransa wê li navendên çekên kîmyewî yên Sûriyeyê bide

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got, 'bomberdûmaneke gengaz' a li Sûriyeyê wê li dijî navendên çekên kîmyewî were kirin.

Macron piştî hevdîtina bi Welîahtê Erebîstana Siûdî Mûhammed bîn Salman daxuyaniyek da û anî ziman ku wê rojên pêş bersiv ji bikaranîna çeka kîmyewî ya Sûriyeyê re bê dayin.

Macron diyar kir, bomberdûmaneke gengaz wê li dijî 'kapasîteya kîmyewî' ya rejîma Sûriyeyê bê kirin û got, "Dema ku biryar hate dayin, bersiva bê dayin wê xurt û hevpar be." Macron da xuyakirin ku biryar wê li dijî hevalbendên rejîmê nebe û tenê wê li dijî kapasîteya çekên kîmyewî be.

Serokkomarê Fransayê destnîşan kir ku wê xwe ji gavên ku tansiyona li herêmê bilindtir dikin vegirin.

Welîahtê Erebîstana Siûdî Prens Mûhammed bîn Salman jî anî ziman ku welatê wî jî wê destekê bide êrîşeke gengaz. Mûhammed bîn Salman got, "Eger tifaqa me ya bi partnerên me re vê yekê bixwaze, em ê jî di nav de hebin."

Wekî din Serokê DYA Donald Trump û Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May bi rêya telefonê bi hev re axivîn û hate ragihandin ku her du welat di mijara 'pêşîgirtina li êrîşên kîmyewî' yên Sûriyeyê de li hev kirine.