Fransa wê demê Cezayîrê lêkolîn bike

Fransa ya ku nêzî 130 salî Cezayrî weke mêtingeh bikar anî, dixwaze pirsgirêkên bi vî welatî re dijî çareser bike.

Di navbera salên 1830-1962’an de li Cezayîr a ku Fransa ew dagir kir gelek zext, êşkence û qetlîam pêk hatibûn. Cezayîr a sala 1956’an şerê serxwebûna xwe dabû destpêkirin, di sala 1962’an bi Peymana Evîan gihiştibû azadiya xwe.

Lê ji ber hê jî Fransa ji ber kiryarên sûcên mirovî yên li Cezayîrê rexnedayina xwe nedaye, têkiliyên her du aliyan dixe zorê, ev jî pirsgirêkên 2,5 milyon welatiyên Cezayîrî yên li Fransayê kûrtir dike. Derxistina bûyerên dîrokê ya ber biçav wê di vî warî de xwedî girîngî be.

ERK DA DÎROKNAS

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron ê berî niha bi daxuyaniyên dayî diyar kir kiribû ku mêtingerî ‘sûcekî li dijî mirovahiyê ye’ têkildarî dema mêtingeriyê ya li Cezayîr û dîsa bûyerên ku di dema şerê serxwebûnê de rû dayîn dîroknas Benjamîn Stora erkdar kir.

Li gorî daxuyaniya li Qesra Elysse hate dayîn, Store wê têkildarî hafizeya dema mêtingeriyê ya rêya hatî şopandin û dîsa têkildarî şerê li Cezayîrê wê li Fransayê kar bike, her wiha li ser mijara nêrînên herdu aliyan raweste. Serokkomarê Fransa Emannûel Macron di nameya Benjamîn Stora erkdar kiri de bi taybet di Şerê Serxwebûnê ya Cezayîrê de daxwaz kiriye ku ‘bi zelalî lê binêre’.

Biryara Fransa piştî biryarên dişibin vê ya roja Yekşema borî ji aliyê Serokkomarê Cezayîrê Abdulmajîd Tebboûne ve hate girtin, rast hat.Teboûen ji bo lêkolînkirina ‘rastiyê’ Dîrektorê Navenda Arşîva Netewî Abdulmajîd Şîkhî erkdar kiribû.