Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Fransa: Rojhilatê Derya Spî ji bo Tirkiyeyê ne qada lîstikê ye

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly destnîşan kir ku rojhilatê Derya Spî ji bo hêrsa neteweyî ya Tirkiyeyê "ne qada lîstikê" ye.

Florence Parly li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û ji bo Rojhilatê Derya Spî got, "Divê ne qadeke lîstikê ya ji bo hêrsa hinekan be."

Ev daxuyanî di demeke welê de hate dayin ku Fransa, Yewnanistan, Îtalya û Qibrisê li başûrê Gîrîtê ya Rojhilatê Derya Spî dest bi tetbîqata leşkerî kirin.

Tê payin ku tetbîqet heta 28'ê Tebaxê bidome.

Parly got, "Peyama me hêsan e: Ji bo Rojhilatê Derya Spî bibe qada hunermeta li hiqûqa navneteweyî û aramiyê, diyalog, hevkarî û dîplomasî divê bibe karê destpêkê. Divê nebe qada lîstikê ya hêrsa hinekan; ev yek milkekî hevpar e."

Parly got, "Rojhilatê Derya Spî vediguhere qada aloziyê. Hurmeta li hiqûqa navneteweyî divê bibe pîvanek. Tevî hevkarên xwe yên Qibrisî, Yewnanî û Îtalyayî ji îro û pê ve bi derfetên xwe yên hewayî û deryayî dest bi tetbîqeteke leşkerî kirine.