Fransa li Rojhilatê Behra Spî hêza xwe ya leşkerî xurt dike

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ji ber ku Tirkiye li Rojhilatê Behra Spî xebatên xwe yê sondajê ya derqanûnî zêde kiriye, wê Fransa jî hêza xwe ya leşkerî xurt bike.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron roja Çarşemê daxuyanî da, bang li Yewnanistan û Tirkiyeyê kir ku bila aloziya li Rojhilatê Behra Spî kêm bikin.

Macron bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs re axivî û diyar kir ku, ji ber biryarên lêgerîna petrolê ya Tirkiyeyê ew bi fikar e. Macron diyar kir ku ji diyaloga di navbera her du welatan de divê xebat werin sekinandin.

Macron li ser twîtterê daxuyanî da û got ku, “Rewşa li Rojhilatê Behra Spî cihê fikaran e. Biryara yekalî ya dewleta Tirk a lêgerîna petrolê dibe sedema aloziyan.”

Macron got ku “Min biryar da ku Yewnanistan jî tê de tevî hevkarên me yên Ewropî ez ê li Rojhilatê Behra Spî hêza leşkerî ya Fransayê xurttir bikim.”