Fransa: Daxwaza Rojava ya darizandina DAIŞ’iyan rewa ye

Wezîra Artêşa Fransayê Florence Parly diyar kir ku dezgehên xwecihî yên li Irak û Sûriyeyê dikarin endamên çeteyên DAIŞ’ê yên dîl bidarizînin û ev tişt rewa ye.

Parly di nivîsa xwe de ya di rojnameya Lîberatîonê de diyar kir ku niyeta hikûmeta Fransa heye ku darizandinê ji dezgehên xwecihî re bihêle.

Wezîra Artêşê ev tişt diyar kir;

“Di dema rewşa lêpirsînê de berjewendiyên dadgeha Fransayê hate hesabkirin. Lê di dema şer de gelek kesên ku hatine girtin, diyar kirin ku dema vegerin Fransayê niyeta wan ya domandina şer heye. Di heman demê de dezgehên xwecihî dikare kesên ku li nav xaka wan de sûc dike, wan bidarizîne.”

Çavkaniyên nêzî dosyayê ragihandin ku zêdetirî 40 hemwelatiyên Fransa yên di nava DAIŞ’ê de li Iraq û Sûriyeyê di destê Kurdan de girtî hene.

Wezîra Artêşa Fransayê wiha jî got;

“Têkildarî Sûriyeyê rewş gelek aloz e û têkiliyên me yên dîplomatîk bi vî welatî re nîne. Herêmên di destê Kurdan de û dezgehên xwecihî dikarin hemwelatiyên Fransayê bidarizînin ên ku di nava xaka wan de sûcan dikin.”

Wezîrê Fransayê di mijara Iraqê de jî wiha got; “Li Iraqê rewş hêsantir e. Iraq dewleteke wisa ye ku têkiliyên me yên berfireh bi wan re heye.”