Fransa: Bermahiyên kêrnehatî yên nuklerî wê bi 3 qatan zêde bibin

Fransa pesnê xwe dide ku di teknolojî û enerjiya nukleerê de lîderê cîhanê ye. Lê belê herî kêm 1,5 milyon metrekup bermahiyên nukleerî lê hene. Ev yek jî rêveberiya Fransayê dixe nava fikaran.

Di santralên enerjiya nukleerê de Fransa piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di rêza duyemîn de cih digire. Yek ji welatên sereke ye ku teknolojiya nukleerê pêşkêşî welatên din dike. Enerjiya nukleerê ji ber ku zerareke zêde nade atmosferê, tê tercîhkirin. Lê belê bermahiyên kêrnehatî yên li pey xwe dihêle, xeteriyeke mezin e.

LI GORÎ 3 SAL BERIYA NIHA 80 HEZAR METREKUP ZÊDE BÛ

Ajanda Rêveberiya Bermahiyên Kêrnehatî yên Radyoaktîf a Neteweyî ya Fransayê (Andra) li bajarê Nancy civîneke çapemeniyê li dar xist û bîlançoya bermahiyên kêrnehatî yên nukleerî yên welatê xwe eşkere kir. Li gorî vê yekê, sala 2016'an li Fransayê bi giştî 1 milyon û 540 hezar metrekup bermahiyên kêrnehatî yên nukleerê hebûn. Li gorî rêjeya sala 2013'an, bermahiyên nukleerî di nava 3 salan de bi 80 hezar metrekup zêde bûn.

3 JI SEDÎ BERMAHIYÊN METIRSÎDAR IN

Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku 90 ji sedî yê çopa nukleerê 'çopên aktîvîteyên kêm' ya jî aktîvîteyên kêm an jî navîn ên emrê xwe kin e' û hate îdîakirin ku asta metirsîdar a çopan 'gelekî kêm' e.

Di raporê de ku 3 salan carekê hejmara dawî tê eşkerekirin, cih ji deverên ku çop lê depokirin hate dayin. Li gorî vê yekê 70 ji sedî yê bermahiyên nukleerê yên li Fransayê di binê erdê de li depoyan hatine bicihkirin. Yên mayî jî li sîte û santralên nukleerê yên welêt in.

DEMA KU SANTRALÊN HEYÎ HATIN GIRTIN, WÊ BERMAHIYÊN KÊRNEHATÎ BI 3 QATAN ZÊDE BIBE

Rêjeya çopên nukleerê yên xwedî aktîvîteyeke navîn an jî bilind, 3,1 ji sedî ye û tê plankirin ku li depoyeke binê erdê ya li komuna Bûre ya li wîlayeta Meûse bên bicihkirin. Depoyên ku bi 500 metreyî li binê erdê tên çêkirin, hîn jî di asta ceribandinê de ne.

Li Fransayê sê ji çar parên enerjiya elektrîkê ji santralên nukleerî tên bidestxistin. Li ser paşeroja nukleerê senaryoyên cuda hene. Alternatîfa destpêkê ew e ku hemû santralên nukleerê piştî 40 salên mafê bikaranînê qediya bi temamî bên terikandin. Rêya din jî dirêjkirina dema santralê nukleerî bi 50-60 salan.

Eger dema bikaranînê ya 59 reaktorên li Fransayê biqede, wê rêjeya bermahiyên kêrnehatî yên nukleerê bibe 4,5 milyon metrekup.