Fransa arşîva şerê Cezayîrê vedike

Hate ragihandin ku wê Fransa arşîva edlî ya şerê Cezayîrê veke.

Wezîrê Çandê yê Fransayê Roselyne Bachelot ji BFMTV’yê de axivî û got “Hin tişt hene ku divê bi Cezayîrê re were avakirin. Ev tişt encax li ser rastiyan dikare were avakirin.”

Beriya vê daxuyaniyê Bacholot ragihandibû ku wê ‘arşîva derbarê lêpirsînên edlî yên jendirme û polîsan’ a şerê Cezayîrê ya di navbera slaên 1954-1962’an de veke.  

Bachelot got “Kesên ku dîrokê berevajî dikin li ser kar in û ez dixwazim em vê pirsgirêka ku me aciz dike, deynim holê. Li ser derewan romaneke neteweyî nayê avakirin. Piştî ku her tişt hatin naskirin û analîzkirin, wê demê dîrokek dikare were nivîsandin û lihevkirinek pêk were.”