Fosîlê marîjokê 260 mîlyon salî bi rasthatinî hat dîtin
Derket holê, kevirekî ku tûrîsteke Elman beriya 14 salan bi rengekî îllegal biribû welatê xwe, fosîlekî beriya 260 mîlyon salî ye.
Derket holê, kevirekî ku tûrîsteke Elman beriya 14 salan bi rengekî îllegal biribû welatê xwe, fosîlekî beriya 260 mîlyon salî ye.
Li gorî nûçeya rojnameya Mallorca Zeîtûng, ku li Spanyayê bi zimanê Elmanî tê weşandin, tûrîsteke Elman beriya 14 salan li herêma Cala Gata ya Mallorcayê, dema digeriya kevirek dît û ev kevir bi rengekî neqanûnî bir Elmanyayê. Rojnameyê ragihand, derket holê ku ev kevir gelekî kevne.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin, ku kevirê ji aliyê tûrîsta jin ve hat dîtin, fosîlê celebekî marîjokê Captorhînîdae yê 260 mîlyon salî ye. Hat gotin, têkildarî vî celebê marîjokê li Başûrê Ewropayê dijiya, yekemcar e fosîlekî ewçend kevn tê dîtin.
Di nûçeyê de hat ragihandin, tevî ku ya tûrîsta Elman kir qedexe ye jî, wê lêpirsîn der barê wê de neyê vekirin û fosîl jî di nava demeke kurt de ji Mallorca re bê şandin.