Floyd bû sembola têkoşîna li dijî nîjadperestiyê

Piştî qetilkirina George Floyd li gelek welatên cîhanê hêrsa li dijî tundiya polîsan bi carekê derkete holê. Xwepêşandan ji nerazîbûna li tundiya polîsan jî wêdetir vediguherin raperîna li dijî nîjadperestiyê.

George Floyd ê 46 salî, tevî ku ti metirsî tune bû, polîsan di dema destgîrkirinê de pê li stuyê wî kirin û bi vî rengî ew fetisandin. Dîmenê qetilkirina Floyd cîhan hemû hejand. Bi rojan e li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Floyd bûye sembola têkoşîna li dijî nîjadperestiyê. Her wiha li tevahiya cîhanê nerazîbûna li dijî tundiya polîsan û hêrsa li dijî nîjadperestiyê careke din raxist pêş çavan.

LI DYE'YÊ BI SALAN E KU DI VÊ ASTÊ DE HESTA BERPIRSYARIYÊ NEHATIBÛ DÎTIN

Li gel 10 roj di ser re derbas bûne û Donald Trûmp gefê dixwe ku wê artêşê bixe dewrê, xwepêşandanên li dijî nîjadperestiyê yên li DYE'yê dewam dikin. Di xwepêşandanan de tê destnîşankirin ku ew êdî nema dikarin xwe li nîjadperestiyê ragirin û wê dest ji berxwedanê bernedin.

Lê belê aliyê ku herî zêde balê dikişîne ew e, ku xwepêşandan veguheriye wan çalakiyan ku her beşên civakê li dora xwe dicivîne. Li gelek herêman polîs bi xwe, her wiha rêveberên xwecihî jî tevlî van çalakiyan dibin.

Çend roj berê şerîfê herêma Genesee ya Mîchînganê kask ji serê xwe derxist û bi xwe li gel çalakgeran meşiya. Li gelek bajaran polîsan bi tundî dest li xwepêşandêran werdan, lê li gelek herêman jî polîs bi xwe tevlî çalakiyan dibin.

Li gel vê yekê çalakiyên çokdanînê jî zêde dibin ku sala 2016'an lîstikvanê bi navê Colîn Kaepernîck di destpêka maçeke futbolê de dema sirûda Emerîkayê dihate gotin daketibû ser çoka xwe. Çend roj berê Şaredarê Santa Crûz Jûstîn Cûmîngs û şefê polîsê xwecihî, her wiha Şaredarê San Francîscoyê London Bred û herî dawî jî Şaredarê Los Angelesê Erîc Garcettî daketin ser çoka xwe û nîjadperestî şermezar kirin.

Li bajarê De Moînesê yê li Îowayê, komek ji bo polîsan ji bo pêşî li şerê bi xwepêşandêran re bigire daketibûn ser çoka xwe û bi vî rengî nehiştibûn ku şer biqewime.

RAPERÎNA LI DIJÎ TUNDIYA LI POLÎSAN MEZIN KIR

Gotina 'Bêhna min diçike' (I can't breathe) ku George Floyd beriya jiyana xwe ji dest bide dubare dikir, bû dirûşma sembol a berxwedanê. Li gelek welatan û li hin bajaran ku heta niha berxwedan lê kêm bû, berxwedana li dijî tundiya polîsan global bû. Roja Sêşemê çalakiya 'Black Out Tuesday' hate lidarxistin ku li profîla Înstragramê wêneyê ji rengê reş hat bicihkirin. 28 milyon bikarhêner tevlî vê çalakiyê bûn.

Piştî DYE'yê, li Fransayê jî çalakiya destpêkê ya herî mezin ji bo bîranîna ciwanê reş Adama Traore hate lidarxistin ku sala 2016'an di dema destgîrkirinê de hatibû kuştin. Roja Duşemê bi sedan kes li pêşiya dadgehê li hev kom bûn ku dadgeh têkildarî bûyera kuştina Traore li hev kom bûbû. Çalakiya doh jî ya bi wesîleya rûniştina dadgehê pêk hat bi beşdariya zêdeyî 20 hezar kesî pêk hat.

Li Kanadayê jî li gel hewldanên marketîng ê Serokwezîr Jûstîn Trûdeaû, nerazîbûna li dijî nîjadperestiyê mezin dibe. 27'ê Gulanê dema ku polîsan dixwestin wê destgîr bike, jin a reş Regîs Korchînskî-Paqûet ji qatê 24'an 'kete xwarê' û jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo bîranîna Paqûet çalakî hate lidarxistin.

Li gorî aghaiyên ji aliyê televîzyona RTS a Swîsreyê, li dijî kuştina bi destê polîsan tê kirin ku zêde nakeve rojevê, çalakî hatin lidarxistin. Li Cenevre, Zurîch û gelek bajarên din çalakî pêk hatin. Her wiha bi agahiyên li ser medya civakî hatin parvekirin, hate ragihandin ku tenê di nava 4 salan de herî kêm 3 êrişên nîjadperestî yên polîsan rû dan ku bû sedema mirina mirovan. Qurbanî hemû ji Efrîkayê bûn.

Çalakiyên ji bo Floyd her wiha bi çalakiyên ji bo xwedîderketina li ciwanên Filistînî yên ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatin kuştin bûn yek. Di çalakiyên ji bo Bariş Çakan de jî ku ji ber li muzîka Kurdî guhdarî dikir ji aliyê faşîstan ve hate qetilkirin, hate ragihandin ku dişibe nîjadperestiya mîna li DYE'yê.