Fîzîknasên Çînî di teleportasyonê de rekor şikandin
Fîzîknasên Çînî, di teleportasyona kûantûmê de (şandina tîrêjê), mohra xwe danîn binê rekoreke nû.
Fîzîknasên Çînî, di teleportasyona kûantûmê de (şandina tîrêjê), mohra xwe danîn binê rekoreke nû.
Fîzîknasên Çînî, ku beriya niha karîbûn tîrêjê bigihîne heta 100 kîlometreyî, vê carê ev dirêjahî zêde kirin û tîrêj gihandin 1200 kîlometreyî.
Li gorî kovara Scîence a Amerîkî, ev serketina fîzîknasên Çînî ji bo şoreşa telekomunîkasyon û krîptokirina li ser întenetê qonaxeke girîng e. Ev karê fîzîknasên Çînî xwe dispêre taybetmendiyên cîhana jêr-atomê ya Albert Eînsteîn qala wê dikir. Li gorî vê yekê, partîkul (parçik) di heman demê de dikarin li du cihên cuda bin. Foton û notron ji aliyê fîzîkî ve ji hev cuda jî bin, weke hebûneyekê xwe nîşan didin.
Tîma Prof. Jîan-Weî Pan ê ji Zanîngeha Hefeî, bi saya tîrêjê lazerê, ji peykeke li dora cîhanê, cotikên foton belav kir. Ev foton ji hev hatin cihêkirin û li çiyayên Tîbetê, li cihekî ku 1200 kîlometre dûr e, li du stasyonên bejahî hatin zevtkirin.
Fîzîknas Thomas Jenneweîn ê ji Zanîngeha Waterloo ya Kanadayê ragihand, ev yek pêşketineke mezin e.
Ev taybetmendiyên cîhana kûantûmê, ji bo kompûterên xurt û xwedî kapasîteya hesabkirinê ya ku ti makîneyên niha nikarin bikin, derfetên girîng pêşkêş dikin.