Filîstîn bû endamê RQÇK’yê

Filîstîn ji bo endamtiyê serî li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK) da.

RQÇK’yê bi daxuyaniyekê got, ‘’Dewleta Filîstînê derbarê çekên kîmyewî ji bo endamtiya konvansiyonê serlêdana xwe kir.’’ Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’bû dewleta 193’yan ku îmzeya xwe lêdixe.’’

Rêveberiya Filîstînê ku têkoşîna dewletbûnê dide, ji bo ku ji hêla saziyên navnetewî ve were naskirin xebatên xwe lezandin. Israîl bi rengekî sistematik li dijî van hewldanan radiweste û kapmanyayeke zêde ya dîplomatîk dike.

JI 50’Î ZÊDETIR RÊXISTINÊN NAVNETEWÎ BÛNE ENDAMÊ PEYMANÊ

Filîstîn ji 2012’an û vir ve bi asta NY’yê bi statûya dewleta çavdêr, a ne endam e. Li gorî Wezareta Karê Derve, Filîstin heta niha bû endamê ji 50’î zêdetir rêxistinên navnetewî û peymanan. Di nav van de Dadgeha Cezayê ya Navnetewî û UNESCO jî heye.

Filîstînî Îlonê bû endamê rêxistina navnetewî ya polîsan Înterpolê jî.