Fikar hene ku pêla koçberiyê ya li Derya Spî zêde bibe

Felaketeke keştiyê ku çend roj berê li Derya Spî rû da, weke nîşaneya pêla nû ya koçberiya ji Efrîkayê ber bi Ewropayê tê dîtin.

Ji ber tevdîrên li dijî şewba vîrûsa koronayê, li Derya Spî operasyonên ji bo rizgarkirina koçberan bi mehan e hatine rawestandin. Keştiyên alîkariya însanî yên bi navê Alan Kurdî û AîtaMarî jî ji aliyê hikumeta Îtalyayê ve hatine astengkirin û li bendergehên Maltayê hatine asêkirin. Lewma aqûbeta hin penaberên ji Efrîkayê tên nayê zanîn.

Lê belê piştî qezaya keştiyê ya çend roj berê ku di encamê de gelek koçber winda bûn, gelek saziyan fikarên xwe anîn ziman. Keştiya ku 23'ê Gulanê ji Tûnisê bi rê ket, 20 kes tê de bûn, lê tenê 11 ji wan hatibû rizgarkirin. Cesedê kesekî hate dîtin, ji bo dîtina cenazeyên herî kêm 6 kesan jî noqvan hatin wezîfedarkirin.

Li gorî yekîneyên parêzvanên neteweyî yên Tûnisê, di nava çend rojê dawî de 94 jê ji Sahra Efrîkayê herî kêm 223 koçber hatin astengkirin ku li Derya Spî dest bi rêwitiyê nekin.

Li gorî daxuyaniyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (ÎOM) tenê meha Nîsanê li gorî sala derbasbûyî bi du qatî zêde bû. Li gorî ÎOM'ê meha Nîsanê hezar û 100 koçberî ji Derya Spî derbasî Ewropayê bûn.

Li gorî rêxistina polîsan a sînorên Yekîtiya Ewropayê diparêze (Frontex) ev hejmar tenê 900 kes in.