Festîvala Karkeran a Dûrhamê dest pê kir

Festîvala Madenkaran a Dûrhamê mezintirîn festîvala karkeran a cîhanê ye û îsal diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin.

Festîvala Madenkaran a Dûrhamê ku mezintirîn festîvala karkeran a li cîhanê ye, dest pê kir.

Festîval îsal diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin. Di çarçoveya festîvalê de li bajarê Dûrham ê Îngilîstanê çalakiyên siyasî û çandî tên lidarxistin.

Kongreya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) û sendîkayên wê, partiya li mûxalefeta bingehîn Partiya Karker destekê didin festîvalê. Çav li rê ye ku bi sed hezaran mirov ji çar aliyên cîhanê bên Dûrhamê û tevlî meş û pîrozbahiya mezin bibin.

Mezintirîn festîvala karkeran a li cîhanê "Dûrham Mîners Gala" wê bi rengekî fermî di navbera 14-16'ê Tîrmehê de pêk were. Tê payin ku zêdeyî 200 hezar kes tevlî bibin. "Dûrham Mîners Gala" 134 sal in bi awayekî bê navber li Brîtanya Mezin tê lidarxistin.