Fermandarekî payebilind ê Talîban a Pakistanê li Efxanistanê hate kuştin

Fermandarekî payebilind ê Tevgera Talîban a Pakistanê (TTP), di encama teqîna wesayîta wî li rojhilatê Efxanistanê, mir.

TTP’ê, bi daxuyaniyek a nivîskî ragihand ku ew ê di der barê ‘’fermandarê esas’’ de agahdariyê bike. Lê çavkaniyek a TTP’ê ya agahî da AFP’ê, da zanîn ku kesê di êrîşê hatiye kuştin Abdul Walî yê bi nasnavê Omer Xalid Xorasanî ye. 

Tê gotin ku bi mirina Walî, wê pêşk li agirbesta di navbera hikûmeta Pakistanê û TTP’ê bikeve. 

Bi navbeynkariya Talîbana Efxan, Pakistan û TTP gotûbêjan dikin. 

Artêşa Pakistanê roja Sêşemiyê ragihand ku ji ber êrîşa xwekuştinê ya li dijî karwanek a leşkerî ya li Bakurê Wezîristanê, 4 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Cihê TTP lê dimîne, herêmek a bi Efxanistanê re sînor e.  

Wek du rêxistinên ji hev û din cuda xuya bikin jî bîr û doza Talîbana Pakistanê û Talîbana Efxanistanê yek e. 

Nêzîkê deh sal bûn ku Pakistanê, Abdul Walî wek hedef dabû ber xwe. Walî, sala 2014’an ji TTP’ê veqetiya û koma bi navê Cemaat ul Ahrar ava kir. Vê komê êrîşa li dijî cejna Paskalyayê ya li Lahorê ku di encamê de 75 kesan jiyana xwe dest da û gelek êrîşên din ên kujende girtin ser xwe. 

Walî, du sal berê ragihand ku ew û TTP cardin gihîştine hev. TTP’ê meha Hezîranê bi Îslamabadê re bê qewil agirbest îlan kir.