Fermandarê berê yê ÎRA’yê Mcguinnes jiyana xwe ji dest da
Fermandarê berê yê ÎRA’yê McGuinnes ji ber nexweşiya dil, jiyana xwe ji dest da.
Fermandarê berê yê ÎRA’yê McGuinnes ji ber nexweşiya dil, jiyana xwe ji dest da.
Martin McGuinness alîkarê kevn ê serokwezîrê Bakurê Îrlandayê û fermandarê kevn ê ÎRA’yê bû, yê ku ji bo kêşeya Bakurê Îrlandayê bi riyên siyasî û aştiyê werin çareser kirin, jiyana xwe ji dest da. McGuinness ê ku di 66 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, di serê vê salê de dest ji siyasetê kêşabû. Tê diyar kirin ku, siyasetmedarê Îrlandî bi nexweşiyeke dil ketiye ya ku kêm tê dîtin û li nexweşxaneyê li ba malbata xwe miriye.
Gerry Adams ê ku serokê baskê siyasî Sinn Feinê yê ÎRA’yê (Artêşa Komara Îrlandayê) ye û hevrêyê Mcguinnes e, mirina Guinness wisa daxuyand, “Martin di jiyana xwe de xwedîyê biryardarî û rûmeteke mezin bû. Di dema nexweşiya xwe de jî helwesta wî her ev bû. Komarparêzekî wisa bû ku, ji bo aştî, lihevkirin û welatê wî dîsa bibe yek, bêrawestan dixebitî.”
MARTIN MCGUINNESS KÎ YE?
McGuinness dema ku di 21 saliya xwe de fermandarê duyemîn ê ÎRA’yê bû, dema ku wekî gerîllayekî baweriya wî ev bû ku Îngîltere tenê bi riya çekdarî dikare Îrlandayê derkeve û çalakiyên mezin dihatin li dar xistin, yek ji serekê rêxistinê bû. Di pêvajoyên pêş de jî bû kesê sereke yê hevdîtinên aştiyê. McGuinness di peymana Îna Bixêr a di sala 1998’an de dema şerê li Bakurê Îrlandayê bi dawî hat, li ser navê ÎRA’yê ligel hikumeta Londrayê muzakere bi rê ve bir; piştre jî wekî serokê Sinn Feinê di dilê siyasetê de cih girt.