Endamê Partiya Komarparêzan Mike Pence ê weke Cigirê Serok Donald Trûmp hate erkdarkirin, îlan kir ku yasaya bi navê Affordable Care Act a di sala 2010'an de têkildarî sîgortaya tendirûstiyê hate erêkirin, rakir.
Pence, anî ziman ku ev wê 'Fermana yekem a ekonmiyê' ya rêveberiya Trûmp be. Pence diyar kir ku alîgirên sîstemeka sîgortayê ya nû ya 'Endeksa bazarê' ne.
Bi saya vê yasaya ku di sala 2010'an de hate erêkirin û weke Obamacare jî tê nasîn nêzî 20 milyon Amerîkiyên bê sîgorta, derfetên sîgortaya tendirûstiyê hate dayîn.
Hat diyarkirin ku endamên Partiya Demokrat a di kongreyê de endamên wê kêmin ji bo yasa neyê rakirin ketine nava hewldan û hevdîtinan de.