Felaketên balafiran ku kiryarên wan dewlet in

Bi ketina balafira Boeîn 777 a li Îranê re karesatên balafiran ên dewletan bi xwe xistin ji nû ve ketin rojevê. Ji sala 1973'an ve zêdeyî hezar sivîl di van karesatan de jiyana xwe ji dest dan.

Tê îdîakirin ku balafira di sibeha 8'ê Çileyê de di ser Îranê re diçû Ûkraynayê bi fuzeya ji bejahî ve hate avêtin an jî bi sîstema parastina hewayî hatiye xistin. Di dîroka cîhanê de gelek bûyerên bi vî rengî yên istina balafiran pêk hat. Ji sala 1973'an heta 8'ê Çileya 2020'an zêdeyî hezar kes di bûyerên wiha de jiyana xwe ji dest dan. Welatên ku di bûyerên bi vî rengî de hatin sûcdarkirin berpirsyariya xwe qebûl nekirin.

BALAFIRA DESTPÊKÊ YA JI ALIYÊ DEWLETAN VE HATE XISTIN LI LÎBYAYÊ KET

Felaketa destpêkê ya balafirê ku dewlet bi xistina wê hate sûcdarkirin di 21'ê Sibata 1973'an de çêbû. Balafira rêwiyan a şîrketa Lîbyan Arap Aîrlîne ya ji Trablûsê diçû Qahîreyê, wê demê li ser Nîvgirava Sînayê ku ji aliyê Îsraîlê ve dagirkirî ye bi balafirên şer hate xistin. Balafira bi tîpa Boeîng 727 a ku 112 tê de bûn 108 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Îsraîlê wê demê îdîa kiribû ku balafirê guh neda 'hişyariya daketinê'.

RÛSYAYÊ LI BALAFIRA KOREYA BAŞÛR XIST

10 sal piştî xisitna balafira Lîbyayê, felaketeke din a ji aliyê Rûsyayê ve hate kirin. Balafireke şîrketa Korean Aîr Lînes (KAL) a li Koreya Başûr, li ser girava Sakhalîn a Rûsyayê hate xistin.

Di felaketê de 269 personel û rêwiyên di balafirê de jiyana xwe ji dest da. Rûsyayê destpêkê xistina balafirê red kir, lê belê piştî 5 rojan berpirsyariya xwe qebûl kir. Lê belê ev qebûlkirin jî di encama zextên navneteweyî û mehkûmiyeta wê ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêk hat.

BÛYERA XISTINA BALAFIRÊ KU XAMANEY BI BÎRA TRÛMP XIST

Bûyereke din a xistina balafirê di sala 1988'an de rû da ku dema dawî bûye mijara nîqaşa navbera Trûmp û Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî. Vê carê jî kiryar Emerîka bû.

Di 3'ê Tîrmeha 1988'an de balafira bi tîpa Aîrbûs A-300 a şîrketa Îran Aîrê di dema sefera Bandar-Abbas û Dûbaî de hatibû xistin. Heman piştî rabûnê bi du fuzeyên ji keştiya şer a Emerîkî ya li Kendava Hurmuzê hate avêtin hate xistin. Di encmaê de 290 kesî jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên Emerîkî îdîa kiribûn ku wan hebû balafira rêwiyan 'balafireke şer a Îranê ye ku ji bo êrişê rabûye'. DYE'yê piştre qebûl kiribû ku nêzî 102 milyon dolar tazmînatê bide Îranê.

JI BER FUZEYA ÛKRAYNAYÊ 78 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di 4'ê Cotmeha 2001'ê de balafira bi tîpa Tûpolev-154 a rêyên hewayî ya Sîbîrê ku sefera Tel-Avîv û Novosîbîrskê dikir, li Nîvgirava Qirimê dema ku bi 300 kîlometreyî li ser Derya Reş bû hatibû xistin. Di balafirê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dabûn ku piraniya wan welatiyên Îsraîlê bûn. Hefteyekê piştî bûyerê Ûkraynayê neçar mabû ku qebûl bike û îdîa kiribû ku balafir bi fuzeyeke bi şaşitî hate berdan hate xistin.

ENDEZYARÊN KU BALAFIRA HATE XISTIN TAMÎR DIKIRIN HATIN KUŞTIN

Bûyereke din a ku di dema şerê navxweyî de rû da di 23'ê Adara 2007'an de pêk hat. Balafira bi tîpa Îliyûchîn ku endezyar û teknîsyenên ji Belarûsê çûn Somaliyê ji bo tamîrkirina balafira beriya wê hatibû xistin, ew jî hate xisitn. Di bûyerê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Balafir heman piştî ku ji paytext Mogadîşû rabû bi roketekê hatibû xistin.

Di sala 2014'an de ku li rojhilatê Ûkraynayê bi komên alîgirên Rûsyayê re şer dest pê kir, balafira Boeîng 777 a şîrketa Malaysîa Aîrlînesê ya Malezyayê bi fuzeyê hate xistin.

WELATÊ KU DI FELAKETA HERÎ GIRAN DE HATE SÛCDARKIRIN, RÛSYA YE

Di 17'ê Tîrmeha 2014'an de balafira ku ji Amsterdamê diçû Kûala Lûmpûrê li ser bajarê Donetsk ê Ûkraynayê hate xistin. Di balafirê de 298 welatiyên Hollandayê hebûn. Kes ji felaketê rizgar nebû. Eşkere bû ku di xistina balafirê de fuzeyên BUK ên Sowyetê hatine bikaranîn.

Rûsya û Ûkraynayê hev sûcdar kirin. Lê belê di encama lêkolîna komeke pispor a navneteweyî de eşkere bû ku fuze ji sîstema parastina hewayî ya li bajarê Kûrsk ê Rûsyayê hatiye avêtin. Rûsyayê bûyer qebûl nekir.