FBI'yê avêt ser vîlla Trûmp a li Flordîdayê

Polîsên federal ên DYE'yê FBI avêtin ser vîllaya navdar a Serokê berê yê DYE'yê Donald Trûmp a li Florîdayê û lêgerîn kirin.

Li gorî medya Emerîkayê, serdegirtina FBI'yê di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî rêvebirina şaş a belgeyên veşartî yên ji vîlla Mar-a-Lago re hatine şandin, pêk hatiye.

Donald Trûmp sedema serdegirtinê eşkere nekir û îdîa kir ku "zexta siyasî" lê hatiye kirin.

Trûmp got, "Neteweya min di nava rojên tarî de ye. Avahiya min a bedew Mar-a-Lago di bin dorpêçê de ye û gelek sîxurên FBI'yê avêtin ser, dagir kirin."

Serokê 45'emîn ê DYE'yê Trûmp got, "Piştî ku bi saziyên dewletê yên pêwendîdar re xebitîm û hevkarî kir, lêgerîna bêagahî ya li mala min ne pêwîst bû, ne jî guncaw bû."

Li gorî rojnameya New York Tîmesê, di dema serdegirtinê de Trûmp ne li malê bû. Trûmp got, "Zor dan qaseya min" û nerazînbûn nîşan da.

FBI'yê heta niha daxuyaniyek nedaye. Arşîvên Neteweyî meha Sibatê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku Donald Trûmp di Çileya 2021'ê de dema ji Washîngtonê çû bi 15 qutiyan belge bi xwe re bir ûd ivê ew belge bêne rizgarkirin.

Hate ragihandin ku di wan qutiyan de nameyên Barack Obama û lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn, nexşeya Emerîkayê ku bi servîsên meteorolojiyê yên Emerîkayê re bû sedema nîqaşên giran hebûn. Li gorî rojnameya Washîngton Postê, gelek belge bi mohra 'sira dewletê' bûn.

Arşîvên Neteweyî diyar kirin ku mafê Trûmp ê komarger nîne ku bi van qutiyan biçe, lewma xwestibû ku têkildarî bûyerê lêpirsîn bê destpêkirin.