FARC’ê ji bo ku bidin gel mal û milkê xwe da NY’yê

Gerîlayên FARC’ê ku di çarçoweya pêvajoya aştiyê de çekên xwe dane NY’ê, hemû mal û milkê xwe jî da mîsyona rayedar.

Pator Alape li ser navê FARC’ê daxuyanî da û got, ji bo ku pêvajoya aştiyê weke plankirî bimeşe çi dikeve ser wan ew dikin. Alape diyar kir, piştî ku pêvajoya ku çekan radestî mîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) bikin di 15’ê Tebaxê de qediya, rêxistinê envantera malk û milkê xwe jî da NY’yê.

FARC’ê ragihand, ku mal û milkê wê 1 milyar peso ye (325 milyon dolar ). Û ev pere wê li wan malbatan were belavkirin ku di şerê navxweyî de, di çalakiyên bi berpirsyariya rêxistinê de ziyan gihaye wan.

Di nav mal û milkên FARC’ê de, ku ragihandibû ji bo pêvajoya aştiyê wê were bikaranîn, wesayitên bi motor, sewal û dewar, çek û zêr jî hene.

Ji hêla din ve Dozgerê Giştî yê Kolombiyayê Nestor Martînez got envantera ku gerîlayan dane kêm e. Lê Pastor Alabe ku li ser navê FARC’ê daxuyanî dayî anî ziman, ew hem hurmetê didine peymana bi NY’yê re û hem jî hurmetê didine hevkariya bi hikûmeta Kolombiyayê re.

Alape anî ziman, dozgerê sereke dixwaze pêkanîna peymana aştiyê asteng bike.

Di şerê navxweyî ku 1964’an piştî raperîna gundiyan dest pê kirî û FARC jî di nav de nêzî 30 kom tevlî nav vî şerî bûyî, nêzî 260 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû û 60 hezar kes jî nebedî bûbûn. Di navbera FARC’ê û hikûmeta Serokdewlet Juan Manuel Santos de peymana aştiyê par Mijdarê hatibû îmzekirin, bi ELN’ê û komên din ên çekdar re muzakere hê jî didomin.

Nêzî 7 hezar şervanên FARC’ê hebûn, ên tevgera çepgir ELN’ê jî nêzî 1500 gerîlayên wê hene.