Eyn Îsa rê nade dagirkeriyê

Dewleta Tirk 2 meh in êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê zêde kiriye. Rûsya û Şam ne tenê lê temaşe kirin, her wiha zext li QSD'ê kirin. Li gel vê yekê jî QSD'ê û gel li ber xwe dan û rê nedan dagirkeriya Tirk.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ku ji 23'yê Mijdarê û wir ve êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsa û gundên wê zêde kiriye, li aliyekî jî li rojava û rojhilatê rêya navnetewî M4'ê cihên kontrolê datîne. Li gorî lihevkirina dewleta Tirk û Rûsya ya 29'ê Cotmeha 2019'an diviya dewleta Tirk bi kêmanî 3 km dûrî M4'ê bima lê ji roja pêşî de dewleta Tirk ev xal binpê kir. Dewleta Tirk li gundê Mieleqê 800 metre dûrî rêya M4'ê cihên kontrolê yên bi pergala kamerayên pêşketî danî. Her wiha ev cihê çavdêr tam li bara wan cihên kontrolê hate danîn, ku bi çavdêriya Rûsya û hevkariya QSD'ê û Şamê, ji bo ku pêşî li êrîşên Tirk were girtin hatibûn danîn. Her wiha li jora gundê Seyda, 500 metroyî dûrî bajêr jî cihê kontrolê danî. Ev jî bi pergala kamerayan hatiye zexmkirin. Cihê sêyan ê kontrolê li nêzî gundê Mişerfê û Cehbel hate danîn. Her wiha diyar bû ku dewleat Tirk dixwaze li gundê Xalidiyê ku 7 km dûrî bajêr e û li gundê Mişerfê û Cehbelê jî cihê kontrolê deyne.

ÊRÎŞ Û BERXWEDAN

Êrîşên Tirk û çeteyên wê ji 23'ê Mijdara 2020'an û vir ve zêde bûn. Li gorî kanên leşkerî yên QSD'ê du caran bi ser navenda bajêr a Eyn Îsa de, 162 caran qad bi çekên giran hate bombekirin. Di van êrîşan de ziraa gihaşte ser malên bi sedan sivîlî, stesyona sotemeniyê ya sivîlan ji ber êrîşên Tirk bi temamî şewitî, tangên avê bûne hedefa êrîşên Tİrk.

Tesîsa bêhnvendanê ya li ser rêya M4'ê û stesyona sotemeniyê bi temamî rûxiya. Xwediyê van stesyonan bi milyonan dînarên Sûriyê xisirîn. Di van êrîşan de 16 sivîl birîndar bûn, 5 sivîl şehîd bûn. Di şerê dijî dewleta Tirk û çeteyên wê de 8 şervan ên QSD'ê şehîd bûn, 9 jê birîndar bûn. Di vî şerî de bi tevahî 64 çete hatin kuştin, 15 çete birîndar bûn.

Piştî ku dewleta Tirk hewl da ku bikeve gundê Mieleq, Mişerfê û Cehbelê 5 wesayitên zirxî yên Tirk ji hêla hêzên QSD'ê ve hate îmhakirin. Ji ber êrîşên Tirk û çeteyên wê 5 leşkerên Şamê birîndar bûne lê ne Şamê û ne jî Rûsya ti helwest nîşan neda. Balafirên keşfê yên Tirk tim keşf kirin.

VAN DU MEHÊN DAWÎ ÇI BÛ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 24'ê Mijdara 2020'an hewl da ku bikeve gundê Mielek ê Eyn Îsa. Piştî ku şervanên QSD'ê bersiv dan, emîrê berê yê çeteyên DAÎŞ'ê Smaîl Eydo û 18 çete hatin kuştin. Lê êrîşên Tirk û çeteyan ên li ser Mieleq, Seyda û M4'ê domandin. Her wiha di vê pêvajoyê de dewleta Tirk du caran navenda Eyn Îsa kire hedef. Di vê pêvajoyê organên çapemeniyê yên Şa mû Rûsyayê propagdana kir ku wê Eyn Îsa teslîmî Şamê were kirin. Li aliyê dî tê zanîn ku Rûsya ji QSD'ê xwest ku Eyn Îsa bi dest rejîma Şamê ve berdin an na wê êrîş bidomin.

Li aliyekî ku êrîşên dewleta Tirk didomin, QSD, Rûsya û Şam li Eyn Îsa civîn danî, biryar hate standin û li rojavayê Eyn Îsa du û li rojhilat yek cihê kontrolê were danîn. Lê dîsa jî êrîş nesekinin. Dewleta Tirk û çeteyên wê 18'ê Kanûna 2020'an êrîş anî ser gundê Mişerfê û Cehbel ê Eyn îsa. Ji ber êrîşên Tirk ziyan hate ser malên sivîlan, her wiha sawumaya Eyn Îsa bû hedefa tang, obûsên Tirk. Du sivîl ji ber êrîşên Tirk şehîd bûn.

ÇIMA ÊRÎŞÊ DIBIN SER GUNDAN

Eyn Îsa bajarokekî Girê Spî ye. Ji ber cihê wê bi giringiyeke stratejîk e. Reqa, Minbin û Til Temir bi ser ve dibe, her wiha rêya ku diçe Kobanê û Sirinê ji vir diçe. Her wiha herêma ku rêya M4'ê ku bi giringiyeke mezin e Helebê bi Hesekê, Qamişlo û deriyê Sînor ê Til Koçer ve girêdide. Gundê Mielqê li Rojavayê Eyn îsa, Eyn Îsa 2 km dûrî M4'yê ye ku diçe ser Sirinê û Kobanê.

Gundê Îsa 2 km dûrî navena Eyn Îsa ye, ji ber bilindbûnê û cihê ku lê ye hakimî Eyn Îsa ye. Gundên Mişerfê û Cehbel li ser rêya M4'yê dimîne ku ev rê diçe ser Til Temir. Dema ku ev du gund werin dorpêçkirin Eyn Îsa bi temamî dor lê tê pêçan. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber ku bibin hakimî xetên stratejîk ên rê, ji rojava rêya Kobanê, Sirine û Eyn Îsa bibire, bi temamî rêya ser Til Temir û qada Cizîrê bibire, Eyn Îsa bi temamî kontrol bike van êrîşan tîne.

QSD Û GEL KONSEPTA HEVPAR PÛÇ KIRIN

Bêdengiya Rûsya nîşan dide ku bi Tirkan re li hev kirine. Jixwe dema êrîşan Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîne OMer got, ''Rûsya ji bo ku radestî hikûmeta Şamê bike zextê li ser QSD'ê dike.'' Li dijî vê lihevkirina Tirkan û Rûsan gel bi helwesteke req e. Gel bi rojan li ber baregeha Rûs a Eyn Îsa kon danî, ji bajarên Bakur-Rojhilatê Sûriyê hate Eyn Îsa û çalakî kir.

Li gel gelê Eyn Îsa, gelê Minbiç, Kobanê, Reqa û Tebqa jî her roj helwesta xwe li dijî Rûsan nîşan da. Gel bi keviran êrîş bire ser baregehên Rûs ên li Eyn Îsa, hevkariya wan a bi êrîşên Tirk re şermezar kir. Gelê Eyn Îsa li gel bombekirinên dewleta Tirk jî bajarê xwe berneda û li ber xwe da. Şervanên QSD'ê jî li dijî van êrîşan li ber xwe da, nehişt ku dewleta Tirk û çete gavekê bi pêş ve bavêjin û hemû êrîş şikandin. Lê Rûsya gelek caran ji bo ku QSD bersivê nede êrîşên Tirkan û çeteyên wan zext kir. QSD 2 mehan hemû êrîş şikandin û konsepta dewleta Tirk pûç kirin. Dewleta Tirk ji cihên kontrolê yên rojava û bakurê bajêr bi çekên giran bi ser Eyn Îsa û gundên wê de tê û Rûsya çavê xwe li vê digire, ev jî nîşan dide ku Rûsya, dewleta Tirk û Şam dixwazin eynî konseptê bidomînin.