Ewrûpa ji bo Efrînê rabû ser pêyan

Li hemberî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, li her dera Ewrûpayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.

ÎTALYA

Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye Komeleya Partîzanên Îtalyan meşek hate li dar xistin. Ji bo çalakiyê 400 otobus kes ji bajarên din hatin Romayê. Organîzatoran diyar kirin ku gelek kes tevlî meşê bûne.

Li bajarê Napolî yê Îtalyayê jî li ser berxwedana jinan û modela Kurdan, bi tevlêbûna şaredariya bajêr û gelek saziyên jinan semînerek li dar xistin.

ELMANYA

Li gelek bajarên Elmanyayê jî Kurd û dostên wan daketin kolanan. Li Koln û Dûîsbûrgê girseyên qelebalix meşiyan. Li Dûîsbûrgê ji bo protestokirina ku Elmanya tankan difiroşe artêşa Tirkiyeyê, maketeke tankê bal kişand.

BELÇÎKA

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye, li Qada Schûmanê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên qetlîamên dewleta Tirk hatin hildan û sloganên ‘Erdoganê faşîst’ û ‘Bijî berxwedana Efrînê’ hate berzkirin. Di çalakiyê de bêdengiya hikumetên Ewrûpayê jî hatin şermezarkirin.

FRANSA

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi pankarta ‘Êdî bes e ji dagirkeriya Tirkiyeyê’ re meşek hate lidarxistin. Di meşê de alayên YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Li gelek bajarên Ewrûpayê jî çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.