Ewropa li gorî 15 sal beriya niha hîn kêmtir aştiyane ye

Enstîtuya Aştî û Aboriyê di rapora 2023'an de ragihand ku Ewropa li gorî 15 sal beriya niha hîn kêmtir aştiyane ye, lê hîn jî weke herêma herî aştiyane ya cîhanê tê dîtin.

Li gorî Endeksa Aştiyê ya Global a 2023'an a Enstîtuya Aştî û Aboriyê, şerê Rûsya-Ûkraynayê û encamên wê ji sedemên sereke yên xerabûna aştiya cîhanê ye.

Pisporên saziya fikrî di wê baweriyê de ne ku Ewropa li gorî 15 sal beriya niha hîn kêmtir aştiyane ye û bang li lîderên Ewropî dikin ku dersê ji vê yekê werbigirin.

Serokê Enstîtuya Aştî û Aboriyê Steve Kîllelea got, "Dema ku mirov bala xwe bide ser şerên modern, wê bê dîtin ku ne yên qezençkirinê ne. Dagirkeriya Rûsyayê ya li Efganistanê, piştre dagirkeriya Emerîkayê ya li Efganistan, Iraq û Sûriyeyê. Beşar hîn li ser desthilatdariyê ye."

Kîllelea got, "Îro Ûkrayna heye. Ûkrayna xitimî ye. Mîna şerê li Yemenê ku deh sal in bi tundî dewam dike. Bi dîtina min divê em rêyên cuda yên pêkanîna aştiyê fêhm bikin. Em Ûkraynayê weke mînak binirxînin. Piştî dagirkeriya destpêkê ya Rûsyayê em vegeriya 2014'an. Eger welatên Ewropayê li hev civiyabûna û zelal kiribûna ku eger dagirkeriyeke nû bibe wê encam çi be, hingî em ê ne di vê astê de bûna."

Ewropa ji deh welatên herî aştiyane xwedî heft welatan e û Îzlanda li ser hev cara 16'an e ku dibe yekemîn.