ETA'yê ji ber êşên ku ew bû sedem lêborîn ji malbatan xwest

ETA ku li herêma Baskê ya  Spanyayê bi salan têkoşiya, piştî ku ragihand ew ê xwe fesh bike, ji malbatên ku dema têkoşînê ziyan gihaye wan lêborîn xwest.

Rêxistina Serxwebûnxwaz Euskadî Ta Askatasuna-ETA (Welatê Baskê û Azadî) ji ber sedema  dema têkoşîna çekdarî bûyî sedema êşan diyar kir ku ew poşman in.

Di rojnameya Garayê de ETA got, "Em bûne sedema gelek êşan û ziyanên ku nikarin werin cebirandin. Em hurmetê didine yên ku di dema çalakiyan de mirine, birîndar bûne û malbatên ku bûne mexdûr..Ji ber vê jidil em poşman in."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêxistina Baskê ya şoreşger, sosyalist, azadiya neteweyî bi vê daxuyaniyê dixwaze êşên ku di dema têkoşîna çekdar de bûye sedem nas bike û dixwaze heq ji encamên vî şerî derkeve û soz dide ku careke din ev yek rû nede."

Hikûmeta muhafazakar a Madrîdê ya Marîano Rajoy li ser vê got, "Ev encama hêza dewleta hiqûqê ye ku bi çeka demokrasiye ETA  têk bir." Hikûmetê got, "Diviya ETA’'ê ji mêj ve lêborîn bixwesta."

ETA di daxuyaniyên fermî de ji mirina 800 kesî berpirs tê dîtin. ETA'yê got, berpirsê êşên li welatê Baskê ne tenê ew in. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êş beriya ETA'yê jî hebûn, piştî ku dev ji şerê çekdarî berda jî hebûn."

ETA di dema şerê çekdarî de bi piranî hêzên dewletê û nûnerên dewletê kire hedefa xwe. ETA dema ku poşmaniya xwe "ji bo hemû qurbaniyan" diyar kir, bi taybetî ji sivîlan lêborîn xwest.

ETA'yê got di hemû şerê çekdarî de çalakî ziyanê didine sivîlên ku qet ne xwedî berpirsyariyekê ne jî û got, "Em bûne sedema ziyanên ku nayên cebirandin. Em ji van kesan û malbatan lêborînê dixwazin."