ETA wê destpêka meha Gulanê xwe fesx bike

Rêxistina ETA, ku ji bo azadiya welatê Baskê bi dehan bi rengekî çekdarî têkoşiya, wê xwe fesx bike.

Li gorî nûçeyên qenaleke nûçeyan a Spanyayê ETB, rêxistin wê vê biryara xwe di meha Gulanê de ragihîne. ETB'ê diyar kir, biryara li ser fesxkirinê dibe ku hefteya destpêkê ya Gulanê bê îlankirin.

ETA, ku sala 2011'an agirbest ragihandibû, par jî çek û cebilxaneyên xwe radestî nûnerên civaka sivîl kiribû.

ETA ku zêdeyî 40 sal in ji bo welatê Baskê têdikoşe, ji sala 2010'an û vir ve çalakiyeke çekdarî nekiribû.

Hê jî 350 endamên ETA'yê li girtîgehên li Spanya û Fransayê hene.

Yek ji rojnameyên Baskê Gara di meha Sibatê de ragihandibû ku ETA ji bo biryara fesxkirinê dixwaze havînê nêrînê ji endamên xwe bigire.