Esper: Fermanek ji bo vekişînê nîne!

Hate îdîakirin ku ji bo vekişîna yekîneyên artêşa Emerîkayê ji Iraqê ferman hatiye amadekirin, lê belê Wezîrê Parastinê ragihand ku ev îdîa nerast e.

AFP'ê di nûçeyeke xwe de bal kişand ser nameyeke artêşa Emerîkayê ya ji bo fermandariya leşkerî ya li Iraqê û îdîa kir ku di nameyê de ji yekîneyên li Iraqê tê xwestin ku ji bo vekişînê xwe amade bikin. Di nûçeyê de hate ragihandin ku li binê nameyê mohra Fermandarê Yekîneyên Emerîkayê yên li Iraqê General Wîllîam H. Seely heye.

Hate ragihandin ku fermandarê yekîneyên Emerîkî yên ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê li Iraqê bûn gotiye, ew 'bi rêzdarî' nêzî biryara Parlamenta Iraqê dibin.

ESPER: HAYA MIN JI NAMEYÊ NÎNE!

Lê belê Wezareta Parastinê (Pentagon) nameya ku di demeke kurt de li tora medya civakî belav bû derewand.

Wezîr Mark Esper diyar kir ku haya wî ji nameyê nîne û got, "Nizanim ku ev yek nameyeke çawa ye. Em hewl didin bibînin ku name ji ku derketiye." Esper anî ziman ku ji bo terikandina Iraqê hîn biryarek nehatiye wergirtin.

Piştî ku Fermandarê Hêza Qûdsê ya Îranê Qasim Silêmanî hate kuştin, Parlamenta Iraqê di rûniştina Yekşemê de ji bo derxistina leşkerên Emerîkî ji Iraqê biryar wergirtibû. Lê belê Serokê DYE'yê Donald Trûmp bi tundî ev biryar rexne kiribû.