Ermenistanê piştî 'navbeynkariya' Rusyayê bi Azerbaycanê re agirbest ragihand

Piştî şerê li cihekî nêzî Qerebaxê ku jinûve destpêkirina şerê navbera Baku û Erîvanê xiste rojevê, Ermenistanê doh bi 'navbeynkariya' Rusyayê ragihand ku bi Azerbaycanê re agirbestek îmze kiriye.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Ermenistanê de hate gotin, "Bi navbeynkariya aliyê Rus, ji bo bidawîkirina êrişa çekdarî ya li sînorê rojhilat ê Ermenistanê li hev hatiye kirin."

Di daxuyaniyê de hatge ragihandin ku di şerê doh de leşkerekî Ermen hatiye kuştin û gelek jî birîndar bûne. Ermenistanê di destpêkê de ragihandibû ku di vî şerî de li aliyê Ermenî çend kes mirin.

Piştî ku Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Sergei Shoigu bi rêya telefonê bi hempîşeyên xwe yên Ermenî û Azerî re axivî û ji bo agirbestê bang kir, agirbest hate ragihandin. Bang li herdu aliyan kir ku dawî li 'çalakiyên ku rageşiyê zêde dike' bînin.

Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin danê êvarê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pachinian re axivî.